Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e 2026-04-04 16:13:55     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi dirûşma "Bêyî Me Aştî Nabe" konferanseke jinan a navneteweyî li dar xist û bi daxuyaniyekê pêngaveke nû da destpêkirin.   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), pêngava “Bi Hêza Jin Jiyan Azadî Dema Avakarina Civaka Komunal e!” da destpêkirin ku pêngava berbehs xurtkirina rola jinan a di pêvajoya aşitiyê de û mezinkirina têkoşîna birêxistinkirî ya di qada civakî de armanc dike.   Di daxuyaniyê de banga civakîkirina têkoşîna azadiya jinan, avakirina jiyana komunal û pêşxistina civaka demokratîk a di pêşengtiya jinan de hate kirin.   Daxuyaniya ku bi Kurdî û Tirkî hate dayîn, ji aliyê Seda Can û Sîdar Aydin ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de 4’ê Nîsana rojbûna Rêber Apo, di serî de li Rêber Apo li hemû gelê Kurd, şervanên azadiyê û aşitîxwazan hate pîroz kirin.   Her wiha gelek caran dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hate berzkirin.