Hejmara 161'ê ya Kovara Jinê derket 2026-03-29 11:00:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 161'ê a kovara Jinê bi berga “Nedîtina keda me û newekheviya civakî” hat weşandin.   Hejmara 161’an a kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga “Nedîtina keda me û newekheviya civakî” hat weşandin.     Di hejmara nû de bal hat kişandin ser keda jinan a nayê dîtin, pozîsyona wan a di nava civakê de û newekheviyên tên kirin.   Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:   *Qurbaniyên ewil ên milkiyetê, kirdeya azadiyê jin / Dîlan Yildiz   *Keda nayê dîtin, kedxwariya hatiye rewakirin: Çîroka keda jinê / Rojbîn Kezîban Barût   *Xeta asoyê ya femînîzmê: Keda nayê dîtin / Burçak Sel   *Jin û zarokbûna di serdema cinawiran de / Gulîzer Îpek   *Rastiya me ya di rûpeleke salnameyê de: Nîşeya Garîbeyê ya ji dîrokê re / Meryem Agar