Daxwaza hevpar a Newroza Amedê: Azadiya fizîkî û aştî 2026-03-22 09:05:25   Pelşîn Çetinkaya-Neslihan Kardaş    AMED - Bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiya dîrokî ya Newrozê bûn û bi heman ruhî peyamên hevpar dan. Gel xwesteka xwe ya dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîmarê projeya ku dê aştiyê bîne, di nav xwe de nîşan da û daxwaz kirin ku di pîrozbahiya Newroza 2027'an de li heman meydana li Amedê axaftinekê ji wan re bike.   Duh, pîrozbahiya mezin a Newrozê, li Meydana Newrozê ya li Amedê bi dirûşmeya " Newroza Azadî û Yekîtîya Demokratîk" hate lidarxistin. Bi sed hezaran kes berî destpêkirina pîrozbahiyê dest bi hatina meydanê kirin. Meydan, ku bi mirovên bi cilên kesk û sor û zer ê neteweyî tijî bû, şahidiya dîmenekî dîrokî kir, di heman demê de mirovên ji her temenî, ji 7 heta 70 salî, meydan bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" di tevahiya pîrozbahiyê de tijî kirin. Peyama ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî şandin û axaftinên ku hatin kirin bi baldarî hatin guhdarîkirin û dengê daxwazên gel qet nesekinî. Bi coş û kelecaneke bênavber, gel li ber dengê def û zurnayê govend gerandin.   Peyam û daxwaza hevpar azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, demokratîkbûn û aştî bû.