Leyla Mirghafarî hate binçavkirin 2026-03-17 11:29:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîsta siyasî û girtiya berê ya siyasî Leyla Mirghafarî, li mala xwe hate binçavkirin. Muhsînî Ejeî carek din gefa darvekirina muxalîfan xwar û fikarên derbarê rewşa kesên dibin çavan de zêde dibin.   Li gorî raporên hatine weşandin, aktivîsta siyasî û girtiya berê ya siyasî Leyla Mirghafirî, di encama serdergirtina mala wê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin.   Heta niha derberê sedemê binçavkirinê û ji aliyê kijan saziyê ve hatiye binçavkirin ti agahî nehatine parvekirin.   Li gel destpêkirina şer, rayedarên dadgerî û ewlehiyê ya Komara Îslama Îranê, bi caran gef li welatiyan xwar û her cûrên xebatên li dijî rejîmê wek sîxur, hevkariya bi DYE-Îsraîlê re bi nav kirin. Di van şertan de binçavkirina welatî, sivîl, aktivîstên sivîl û bi taybet girtina girtiyên berê yên siyasî, wan rû birûyî metirsiya bi zorê îtirafkirin, îşkence û heta darvekirinê dihêle.   Duh, serokê dezgeha dadweriyê ya Îranê, Muhsenî Ejeî, careke din diyar kir ku wan biryar  ji bo desteserkirin û desteserkirina mal û milkên hin kesên ku bi DYE- Îsraîlê re hevkariyê kirine hatiye dayîn û cezayê din ên divê çarçoveyê de cezayê darvekirinê ye.