Ji Newroza Wêranşarê peyama yekitî û azadiyê 2026-03-17 11:14:50   RIHA - Di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Weranşarê de ku bi hezaran kes beşdar bûn, azadiya Abdullah Ocalan, berdana girtiyên siyasî hat xwestin û banga yekitî û azadiyê hat kirin.    Pîrozbahiya Cejna Newrozê, ku bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê" li qada Newrozê ya li navçeya Weranşar a Rihayê hat lidarxitin. Bi hezaran welatî beşdar bûn, welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî û jin bi guliyên xwe yên kesk sor û zer ku ji bo xwe çîkiribûn tevli bûn. Qad bi coşek mezin tijî bû û gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û "Be Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin. Gelek sazî û rêxistin, her wiha Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Çiğdem Kılıçgün Uçar û hunermendên herêmî beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê bûn. Dema ku pîrozbahiya Newrozê dest pê kir, posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Kurdistanê hatin vekirin û gelek caran dirûşmên"Be Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin.   Bernameyê bi sirûda Kurdî "Ey Reqîb" dest pê kir, piştre jî ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre, hunermend Evdila Sal derket ser dikê û ji bo girseyê atmosferek bi coş afrand. Piştî performansa Evdila Sal, Parlamentera Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) Dîlan Kunt Ayan axaftin kir.   ‘Em ê hiqûqa Kurdan saz bikin’   Dilan Kunt Ayan bi bîranîna Salih Muslim dest bi axaftina xwe kir û  diyar kir ku Cejna Newroz tevî hemû astengiyan di tevahiya dîrokê de hatiye pîrozkirin û got, “Di 27ê Sibata 2025''an de, Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê banga aştî û civakeke demokratîk kir û rê li ber me vekir. Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin. Em ê hiqûqa kurdan ava bikin."    'Bila rehîneyên siyasî serbest bên berdan'   Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftina xwe bi pîrozkirina Cejna Newrozê dest pê kir. Piştre bi bîranîna Salih Muslim berdewam kir û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de. Çigdem Kılıçgun Uçar got, "Rewşa sereke ya danûstandinan Abdullah Ocalan dê çawa be? Divê şert û merc ji bo karê wî baştir werin afirandin û divê hevalên me yên siyasî yên rehîne werin berdan. Em ê di têkoşîna xwe de israr bikin. Di serî de Newroza girtiyên siyasî, Birêz Ocalan û hemû gelên me pîroz dikim."   Newroz bi stran û govendê bi dawî bû.