Şerê Îsraîl-DYA û Îranê didome 2026-03-15 10:45:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome û ji duh ve her du aliyan gelek noqteyên leşkerî û aborî hedef hatin girtin.    Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome. Bi taybet jî şevê din êrişên hewayî yên dijwar hatin kirin.    Bajarê herî zêde êriş li ser çêdibin jî Tehran e. Duh bi şev li Bulwara Abanê û Cadeya Racayî (pişta qereqola polîsan) li pey hev 5 teqîn çêbûn. Hat ragihandin ku li Bamdadê jî li pey hev teqîn çêbûne. Piştî Tehranê bajarê herî zêde hedef hatiye girtin Îsfehan e. Hat zanîn ku li vî bajarî jî bombebaranên dijwar hatine kirin. Li herêmên Hewaniroz û Şahînşehirê zêdetirî 20 teqîn çêbûn. Li Şîrazê jî li pey hev 17 teqîn çêbûn. Piranî jî herêma pîşewaziyê, balafirgeh, û baregehên leşkerî yên Havanîroz û Ahmedî bîn Mûsa hedef hatin girtin.    Hat ragihandin ku DYA’yê, li hedefên leşkerî yên herî girîng ên li Girava Khargê ku yek ji noqteyên herî girîng ên îxrackirina petrolê ya Îranê ye xistiye. Hat gotin ku di êrişan de zêdetirî 90 noqteyên leşkerî hedef hatine girtin.    Li hêla din Îranê, keştî û tankerên dixwestin Tengava Hurmuzê derbas bikin hedef girt.    Komeke girêdayî Îranê ya li Bexdayê, êrişî kompleksa Seferatxaneya DYA’yê kir. Li baregehên DYA’yê yên li herêmê rêjeya alarmê hate bilind kirin.    Îranê, avahiya Citibank a Amerîkayê ya li Dubaiyê hedef girt. Ajansa Nûçeyan a Farsê ku ajansa fermî ya Îranê ye, lîsteyeke şîrketên pîşesazî, enerjî û darayî yên têkiliya wan bi Amerîkayê re hene parve kir û ragihand ku tevahiya van şîrketan hedefên rewa yên hêzên artêşa Îranê ne.