Di Newroza Misircê de azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin 2026-03-14 13:27:29   SÊRT - Li Misircê bi coşek mezin Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.   Li Qada Îstasyonê ya navçeya Misircê ya Sêrtê bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" mitînga Newrozê pêk hat. Qada ku bi alên "Newroz Pîroz Be" hat xemilandin, ji heft salî heta heftê salî welatî berê xwe dan qadê. Bi sedan welatiyên di qadê de hatin ligel hev bi coşek mezin govend gerandin. Her wiha di qadê de alên kesk, sor û zer jî cih girt. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin dest pê kirin.     ‘Dermanê birîna me yekîtiye’   Destpêkê de Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî axivî û bal kişand ser windakirna Salih Mûslîm û ji hemû gelan re sersaxiyê xwest. Laleş Bîçîmlî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiyê û got, “Yekîtî ji me re dermane. Birînekî me heye û ew jî Kurdistan e. Divê em bi destên xwe bi ser bixînin û Kurdistanê azad bikin. Yekitî dermanê me ye. Em dizanin ku Newroz Newroza Mazluman e. Newroz bû cejna berxwedan û yekîtî ye. Zilma dehaqan binpê kirin û bi ser ketin. Em dibêjin em ê jî bi ser bikevin. Ax, çand, ziman, mûzîk û cesareta me jî heye. Em ê aştiyê bînin li ser vê xakê.  Hêza jinê gelek e û xurt e. Heval û jinên me, heta zarokên me yên berxwedêr werin em yekîtiya xwe bikin yek da ku em bi ser kevin. Bijî Newroz.”   ‘Divê em pêvajoyê pêş de bibin’   Siyasetmedar Halîm Îpek jî Newroza hemû gelên Kurd pîroz kir û got ku roj roja yekîtiya Gelê Kurd e. Halîm Îpek destnîşanê pêvajoya aştiyê kir û got ku divê hemû gelên Kurd bibin yek vê pêvajoyê pêş de bibin.     Pêvajoya aştiyê   Hevşaredarên Misirxê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol jî Newroza hemû gelan pîroz kir û destnîşan kirin ku Newroza îsal gelek girînge û wateya wê cuda ye. Hevşaredaran bal kişandin ser pêvajoya aştiyê û bi lêv kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek şandiye û got ku ne bi tenê ji bo gelên kurd ji bo hemû gelên cihanê pêvajoyek girînge û rêbazek jiyanek bi rûmet e.   ‘Em ê li pey heqîqetê bin’   Herî dawî Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî. Sabahat Erdogan Saritaş jî Newroza hemû gelan pîroz kir û wiha pê de çû, “Ji bo gelên kurd newroz ne bi tenê pêşwaziya biharê ye, ji bo me berxwedan, serhildan, Mazlum, Rehşan û têkoşîn e. Wekî hersal em îsal jî bi coş û morel mezin bahoza bilindkirina siyaseta demokratîk e. Em Newrozê pîroz dikin. Li aliyekê ve jî em di nav xemginiyê de nin. Endamê Konseya PYD’ê Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da. Em çixwasî pesnê wê bidin hindik e û dê hindik bimîne. Ji bo azadî û jiyanek statû xwe fedayê gelê xwe kir. Em bi hesret û minnet bejna xwe li ber wî ditewînin. Em ê jî li pey doz û heqîqeta wî bin û em ê vê têkoşîna ku hatiye vê qonaxê em ê mezin bikin. Oxir be bavê Welat. Em xemgîniyek dinê jî dîjîn. Rojnameger Osman Kiliç (heval Gudnî) jî me îro oxir kir. Ew jî di sirgûniyê de jî li ser şopa heqîqetê kedek mezin da. Ji salên 90'î vir ve ji bo heqîqeta vê gelê paşve gav neavêt û rastiyê ragihand. Em bejna xwe li ber wî ditewînin.”     ‘Gelê Kurd komplo vala derxist’   Sabahat Erdogan Saritaş di berdewamiya axaftina xwe de got Gelê Kurd bi Newrozê ne bi tenê haitne biharê pêşwazî dike û wiha domand, “Kawayê Hesinkar çawa li hember Dehaqan têkoşîn da, îro Mazlûm û Reşhanan jî bedena xwe kir agir. Gelê Kurd baran û berfê guhdar nekir hersal li qadê cihê xwe digire. Îsal newroz xwedî cihekl girîng e ji ber pêvajoya destpêkiriye. Îro hemû qad ji bo me qadên azadiyê ye. Hemû êrîş li ser erdnîgariya Kurdistanê de pêk hatiye. Komployek pêk hat 15’ê Sibatê de, lê belê Gelên Kurd vê komployê vala derxist. Desthilatdariyên ku êrîşên Rojhilata Navîn dikin ji bo berjewendiyên xwe îro êrîşê Rojhilat dikin. Desthilatdarên ku qaşo behsa azadiyê dikin êrîşê kurdan dikin.”   ‘Divê azadiya Birêz Ocalan pêk bê’     Sabahat Erdogan Saritaş teqez kir ku li hember van êrîşan û azadiya Gelê Kurd çareserî rêya sêyemîn e û dirêjî da axaftina xwe: “Rêya gelê Kurd rêya sêyemîn e, reya yekîtiyê ye. Bi nexşerêya pîroz a bangawaziya 27’ê Sibatê ya Birêz Ocalan ve em ketin qonaxek nû. Em ê bi vê biryariyê bimeşin û em ê  teqez dîsa bi ser kevin. Li ser me hemûyan tiştek ferz e. Rihê yekîtiyê li çar perçeyê cihanê û Kurdistanê derket holê û dîsa dem ew dema yekîtiyê ye. Em rêxistina xwe ava bikin û yekîtiya xwe xûrt bikin. Rojek berê rojek divê Birêz Abdullah Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî. Em bang hemû hevalên xwe dikin; azadî li pêşiya me ye, ji bo azadî pêk were divê em vê paradîgmaya demokratîk pêk bînin li çar perçeyê Kurdistanê. Newroza Birêz Abdullah Ocalan pîroz be. Em hêvî dikin ku Newroza 2026 bibe Neroza azadiya Gelê Kurd.”   Piştre agirê Newrozê bi coşek mezin hat pêxistin. Herî dawî hûnermend Hozan Cesîm derket ser dîke û stranên xwe vegot. Mnitîng bi dirûşme û gerandina govendê bi dawî bû.