Strana nû ya Newrozê hat danasîn 2026-03-09 11:11:48   AMED - Koordînasyona Navendî ya Newrozê, ji bo pîrozbahiyên Newroza îsal klîba bi navê “Newroza Serfiraziyê ku her pênc zaravayên Kurdî di nav xwe de dihewîne amade kir.   Newroza 2026'an bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê lidarxistin. Stran û klîba Newroza îsal jî hate amadekirin. Gotinên stranê ji aliyê nivîskar Heval Dilbihar ve hat nivîsandin. Taybetmendiya herî mezin a vê berhemê ew e ku bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Kelhûrî û Hewramî yên Kurdî bangî dilê her Kurdekî dike. Stran balê dikşîne ser agirê azadiyê, yekîtiya neteweyî û ruhê serfiraziyê ku bi hezaran salan e nayê vemirandin. Di klîbê de stranbêjên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve distrên.   Gotinên Strana ‘Newroza Serfiraziyê’ bi vî rengî ye:   Newroza Serfiraziyê    Dest û zendên xwe badane Agirekî sor dadane (Ala azad’yê hildane) Govenda xwe digerînin Roja me hemû kurdan e   Newroz roja rizgariyê Xeml û rewşa azadiyê Li çar milên Kurdistanê (Li her çar milên cîhanê) Nîşana serfiraziyê   Newrozê tu xweş Newroz î Tu ji bo me soz û doz î Li ber bahoz û tofanan (Agirê te gur û geş e) Stargeha me ya pîroz î   Ruhê me yê neteweyî Bi hezaran salan heyî Heta ku yek ji me hebe Tu her taca serê me yî (Tu her agrê dilê me yî)   Çiya bi te serbilind in Gund û bajar bi te rind in Tu yî giyanê me kurdan Em hene û dê her hebin   Newrozê tu xweş Newroz î Tu ji bo me soz û doz î Li ber bahoz û tofanan (Agirê te gur û geş e) Stargeha me ya pîroz î   Kirmanckî (Zazakî)   Newroz ti çi weş Newroz î Ti seba ma soz û doz î Verba tîpî û tofonan (Adirê to girr û xidar o) Setara ma ya bimbarek î   Soranî   Newroz tu xoş Newroz î Tu bo ême soz û doz î Le ber bahoz û tofanan (Agirit gurr û geş e) Boman penagey pîroz î   Kelhûrî   Newrûzegem xweş Newrûz î Ti hem peyman hemîş sûz î Le niway her wahêllanê (Agireged germ û gurr e) Penagay berz û pîrûz î   Hewramî   Newroz to weş newroznî Pey ême soz û doznî Werû bahoz û demeyne Killpew ayirî geşîtne Peyma dalde û pîroznî