Li Amedê mîtînga 8'ê Adarê: Mîmarê aştiyê divê azad be 2026-03-08 12:00:26   AMED - Di mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê de peyama "Ji bo ku aştî û azadî pêk were, divê her kes azad be. Û mîmarê aştiyê jî divê azad be. Em ji bo Rêberê Gelê Kurd azadiyê dixwazin" hat dayîn.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Qada Stasyonê ya Amedê bi dirûşma “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” mitîng lidarxist. Jinên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, li Semta Ofîsê kom bûn û ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Di meşê de çepik hatin lêxistin, tililî hatin avêtin, dirûşm hatin berzkirin û pankarta “Niha dema jinê ye” hate hilgirtin.    Li qada mitîngê pankartên “Bi hevrêtiya komunalîst ber bi jiyana azad ve”, “Her komunek parastina jinê ye”, “Bi Jineolojiyê em ê fêm bikin bi komunê dê azad bibin” û “Dem dema jinê ye, dem dema azadiya Rêbertiyê ye” hatin daliqandin.    Li qada mitîngê bi coşeke mezin govend hat gerandin.     Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka DBP’a Amedê Rûçem Vefa Elyakut axivî û got: “8’ê Adarê ji bo me roja serhildan û têkoşînê ye. 8’ê Adarê, bi têkoşîna jinên Kurd veguherî roja berxwedan, têkoşîn û azadiyê.”    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî got: “Jin li her devera cîhanê ji bo hebûna xwe li ber xwe didin, têdikoşin. Em vê têkoşînê silav dikin.” Serra Bucakê bi domdarî got: “Em dikarin civakeke azad, aştiyane û birûmet ava bikin. Jin, ji bo jiyaneke nû, ji bo pêkvejiyanê xwe birêxistin dikin. Ew rêxistinî duh li Êlihê, îro li Amedê û sibe dê li her derê be. Ev rêxistinbûyîn dê ji bo me bibe pêşeng. Dem dema jinê ye, dem dema aştiyê ye. Divê em vê pêvajoyê baş fêm bikin û bibin pêşengên wê.”     Piştre jî peyama jinên girtî hate xwendin. Peyam, ji hêla Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED’ê (MED TUHAD FED) Pinar Sakik Tekînê ve hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: "8’ê Adarê; têkoşîneke ku ji Înannnayan heta Marîaman, ji Rosayan heta Semayan, Jîna Emîniyan, Asya û Mabahaban heta roja me didome ye. Li dijî xezeb û zilma kujerên kastî, serhildana jinên şoreşger, berxwedêrên ku rengên cîhanê li xwe pêçane. Hêrsa bêdawî ya Pinaran, Ceylanan, Îlaydayan, Gulistanan, Narînan, Rojînan, Emîniyan ên di quncikekî malê de, di kolanê de, li parkê, li daristanekê, li rex qeraxekê hatine qetilkirin. Denê jinên karker û kedkar e ku li malê, li febrîqeyan, li deşt, çiya, gund û bajaran jiyanê, xwezayê, kedê diparêzin.    Vaye qad! Civakîbûna me, bi têkoşîna me ya di dilê me de lê dide, bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ mezin dibe. Ji bo bicihanîna xeyalên xwişkên xwe, hevrêyên xwe yên me winda kirin ev meş didome. Ji Rojava heta Rojhilat, ji Başûr heta Bakur jin dîroka ronesansê dinivîsin. Silav ji we re. Hezar silav ji Rêberê bi evîna Mem û Zînê û Derwêş û Edûleyê yên nûjen û serkeftî rê li ber jina azad û civaka demokratîk vekirî re.”      Dûre aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel axivî û got: "Salek berê serdemeke nû dest pê kir. Peyameke nû ji Îmraliyê ji bo gelên Rojhilata Navîn hat. Rêberê Gelê Kurd got, 'Jiyaneke nû mimkun e. Hêza pêşeng a vê pêvajoyê jin e.' Wî got, 'Min qet jin bi tenê nehiştiye.' Û em, ji Qada Amed, dibêjin ku hevalên we yên jin qet we bi tenê nehiştine û dê qet we bi tenê nehêlin."   Sebahat Tuncel, gavên ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd, tevgera jinên Kurd û tevgera siyasî ve hatine avêtin bi bîr xist û wiha domand: "Lê hîn jî ji aliyê Parlamentoyê ve tu gav nehatiye avêtin. Tekane tiştê ku wan kiriye rapor amade kirine. Tavilê qanûnên pêwîst derxînin, rê li ber azadî û aştiyê vekin. Bê guman, azadî bi derxistina qanûnan nayê bidestxistin. Ev jî têkoşînek e û em ê ji bo wê têbikoşin. Birêz Ocalan bang li jinan dike ji bo jiyaneke nû, jiyaneke azad. Ew dibêje ku ev dikare bi siyaseta demokratîk were bidestxistin. Hûn ji bo siyaseta demokratîk amade ne? Hûn amade ne ku azadiya me ava bikin? Hûn amade ne ku berxwedan û têkoşînê mezin bikin? Ji bo vê yekê, azadî û aştî pêwîst in. Ji bo ku aştî û azadî pêkan be, divê her kes azad be. Û mîmarê aştiyê jî divê azad be. Em ji bo Rêberê Gelê Kurd, Serok Apo, Heval Apo azadiyê dixwazin. Werin em careke din bi silavên xwe evîn û hezkirina xwe ji Îmraliyê re bişînin."   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, di mîtîngê axivî û bal kişand ser qetilkirina jinan û got: "Di meha Çileyê de 20 jin hatin qetilkirin. Li Helebê Denîz Çiya bi îşkenceyê hat qetilkirin û piştre ji avahiyê hat avêtin. Niha Şerê 3'yemîn a Cîhanê pêk tê. Jinên ku azadiyê nasdikin li dijî şer keziyên xwe hunandin. Ne tenê li Rojava li tevahiya  cîhanê jinan keziyên xwe hûnandin. Li Rojava şoreşek hat hunandin. Niha li Rojhilat têkoşînek heye. Li Rojhilat Jîna Emînî, Şirîn Elemhûlî bi 'Jin jiyan azadî' bi bîrtînin. Em dilxweşîn ku em xwedî li mîrateya Zarîfe, Sara, Berîtan, Denîz Çiya ne. Em bi vê mîrateyê azadiyê pêk tînin."   Piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kurdî ji hêla Ayşegul Ayaz û bi tirkî jî ji hêla Gulbahar Aksop ve hat xwendin.    Paşê hunermend Beser Şahîn derket ser dikê û stranan got. Beser Şahînê straneke xwe bi taybetî ji bo Dayika Taybet ku dema qedexeyên derketina kolanan de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû kuştin re got. Beser Şahîn di berdewama konsera xwe de bi gotina stranên xwe yên bi zaravayê Kirmanckî û Kurmancî yên Kurdî jin bi coşandin.   Jinan li ber stranan govend gerand û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir.   Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû.