Ji bo mîtînga Wanê bang 2026-03-07 15:43:10   WAN - TJA'yê banga beşdarbûna mîtînga 8'ê Adarê ya sibê li Wanê tê lidarxisitn kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) dê sibê, 8'ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê, li Parka Musa Anter a Wanê bi dirûşma "Em Bi berxwednê azad dibin, Civakeke Demokratîk Ava Dikin" mîtîngekê li dar bixe.   Ji bo beşdarbûnê li navenda bajarê Wanê belavok hatin belavkirin. Jinan, bi lêdana erbane, banga beşdarbûna mîtînga sibê dê bê lidarxistin kirin.   Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan; Hevseroka DEM Partiyê a Bajarê  Wanê Gönül Uzunay, Hevşaredara Wanê a li Şûna wê qeyûm hat tayînkirin Neslihan Şedal û gelek aktîvîstên TJA'yê tevli çalakiyê bûn.