Li Kolîkê hevdîtina 8’ê Adarê 2026-03-06 20:18:19     SEMSÛR- TJA’yê çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bernameya fitarê lidarxist. Harîka Peker di hevdîtinê de axivî û got: “Em têkoşîna xwe ji Sakîne, Berîtanan digirin. Em dizanin ku pêşiya jinan vebibe dikarin her tiştî bikin.”    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşmeya ‘em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin’ di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Kolik a Semsûrê bernameya fitarê pêk anîn. Jinên tevli fitarê bûn, xwarinên li mala xwe çêkiribûn anîn. Aktîvîstên TJA’yê Nesrîn Akgul û Harîka Peker tevli bûn.   Harîka Peker da zanîn ku li her derê cîhanê newekhevî heye û jin li her derê têkoşîna xwe didomînin. Harîka Peker wiha got: “Em têkoşîna xwe ji Sakîne, Berîtanan digirin. Em dizanin ku pêşiya jinan vebibe dikarin her tiştî bikin. Jin ji ber têkoşîna nasnameyê hedef tên girtin. Tekoşîneke 52 salî heye. Niha pêvajoyek girîng tê jiyîn. Em dibêjin ku  bêyî jinan jiyan nabe.”