Di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert hat şandin 2026-03-05 18:52:03   WAN – Meclîsa Jinan a KESK’ê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi armanca piştevaniya jinên girtî qert şandin.   Meclîsa Jinan a Konfederaysona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) a Wanê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji jinên girtî re bi armanca piştevaniyê qert şandin.   Endamê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek jin tevli bernameya li avahiya KESK’ê pêk hat bûn.      Jin li ber naventa PTT’ê hatin cem hev û qertên amade kiribûn şandin.