Ji çar parçeyan peyam: Armanc û têkoşîna me hevpar e 2026-03-02 13:32:37   AMED – Di komcivîna Platforma Yekîtiya Jinên Kurd de, di peyamên ku hatin şandin de hat gotin ku “armanc û têkoşîna me hevpar e.”   Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bi şîara “Bi pêşengî û yekîtiya jinên kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” ve li eywana DTSO’yê komcivîn li dar xist. Ji komcivînê re ji çar aliyan peyam hat şandin.   Ayle Gokhan, Zeynep Karaman û Leyla Guven ku di girtîgeha dimîn de ji platformê re ev peyan şand:   “Jinên hêja yên ku ji bo azadî û yekîtiya neteweyî li berxwe didin. Em we bi rihê ku li dora keziyekî yekîtiya gelê Kurd ava bûye silav dikin. Di xebata we de serkeftinê dixwazin. Îro qeyrana ku li cîhanê û li Rojhilata Navîn didome li ser nasnameya gelê Kurd xetereyên mezin jî derfetên mezin jî ava dike. Di sedsala 21’ê de heyîna me di bin êrîşên topyekûn de ye. Pergala modernîteya kapîtalîst aliyekî wek jin aliyekî wek kurd hewl dide vîna me bişkîne, bi teslîmîyetê rihê azadiyê bitepisîne. Lê pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdistanê jin vê teslîmiyetê diçirîne. Di sekn û berxwedana xwe de ronahî li pêşiya yekîtiya netewa demokratîk û yekîtiya jinan vedike.   Em îro ji xwe bawer in. Li çar aliyê Kurdistanê û cihanê em dixwazin bi berxwedana xwe destkeftiyên mezin bi dest bixin. Ji ber vê; di vê qonaxa girîng de em xebata we gelek girîng dibînin. Bi fîzîkî nebe jî bi dil û rihê xwe de li gel we cihê xwe digirin. Jinên Kurd li ku derê be bila bibe; Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat; li taxan, kolanan an jî zindanan wê rûmeta netewa xwe biparêze. Û bi serbilindî pêşerojê azad bike.   Em car din vê xebata we ya hêja pîroz dikin. Silavên xwe yên germ ji we re dişînin. Wê yekîtî û azadiya gelê Kurd bi destê jinan ava bibe. Bijî têkoşîna jinên kurd.”   Peyama 30 jinên başûr ku ji ber şerê rojhilat û pirsgirêkên derketin nehatin wiha ye:   “Di demekê de ku herêma me di qonaxeke hestiyar û tijî qeyran û şer re derbas dibe, erkê niştimanî û mirovî li ser milê me hemûyan girantir bûye. Di vê rewşê de, yekrêziya niştimanî ne tenê hilbijartin e, belkî yekane rêya me û parastina destkeftiyên me ye. Guhertinên siyasî yên Sûriyeyê derfeteke baş bû ji bo dîtina çareseriyeke guncav da ku mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyeyê li ber çav bên girtin û hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo vê jî, divê bi hemû aliyan re gelek hewl bên dayîn û divê hemû kêşe û nakokî bi rêya diyalogê û bi awayekî aştiyane bên çareserkirin.   Lê belê, ev rewşa metirsîdar û ev şer û tundûtûjiya ku cihê nîgeraniyeke mezin e, metirsî li ser jiyana xelkê sivîl û welatiyên bêguneh çêkiriye. Li wê herêmê, metirsiya paqijiya etnîkî û jinavbirina paşeroja gelê Kurd heye. Nabe ku nakokiyên siyasî bibin nakokiyên neteweyî. Divê neyê hiştin ku welatiyên Kurd li Helebê rastî zext û zordarî û paqijiya etnîkî bên û ji warên bav û kalên xwe bên derxistin. Tişta ku di destê me de be, divê ji bo rawestandina şer û pevçûnan û rêgirtina li xwînrijandinê bê kirin û rêya diyalog û gotûbêjê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bê girtin.   Amadebûyên delal,   Hatiye wê demê ku jin û afretên Kurd, ku her dem di rêzên pêşî yên destpêşxeriyê de bûne ji bo xebat û qurbanîdanê, nexşerêya aştî û jiyana bihevre darijin. Em jî piştgiriya xwe ji bo aştiyê li Bakur dubare dikin.   Gelî birêzan,   Baş dibînim ku armancên vê hevdîtina berfireh ji we re pêşkêş bikim:   •Yekxistin û komkirina hemû gotarên siyasî û dengên civakî yên cuda di bin sîwana niştimanperweriyê ya jinan de kom bikin.   • Astengî û zehmetiyên ku li hember bicihanîna mafên gelê me derdikevin. Dîtina çareseriyê bi rêya diyalogeke bingehîn û jîrane ji bo wan bê ava kirin.   • Avakirina bingeha jiyaneke hevbeş ku tê de azadî, rûmet û aştiyeke mayînde ji bo hemûyan misoger be.   Di dawiyê de em dibêjin, ka em bi ruhekî niştimanî yê Kurdî rê li ber aştiyê xweş bikin, bi hev re qonaxeke nû bidin destpêkirin û îsbat bikin ku îradeya jinan ji çek û şer bihêztir e. Em careke din dubare dikin ku divê hemû alî piştgiriyê bidin proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê.”   Peyama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê jî wiha ye:   “Em têkoşîna jinan ya li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Îro, têkoşîna jinên Kurd bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" li hemû erdnîgariyan veguherîneke dîrokî diafirîne. Ev felsefe ne tenê dirûşmeyek e; ew paradîgmaya jiyaneke azadîxwaz, wekhev û demokratîk e ku li dijî pergala serdest.ya mêran, polîtîkayên înkar û îmhayê û pergala kedxwar a modernîteya kapîtalîst hatiye birêxistin. Têkoşîna siyaseta demokratîk ya ku li Bakur berdewam dike, modela civakî ya ku bi pêşengiya jinan li Rojava hatiye avakirin, berxwedana wêrek a jinên li Rojhilatê, li Başûr vîna pêşxistina rêxistinbûna jinan û li Ewropayê tora berfireh a hevgirtinê hemû yek û yek hîmên rêça rizgariya jinan in. Ev yek xeteke dîrokî temsîl dike ku hişmendiya neteweyî bi rizgariya jinan re tîne ba hev.   Têkoşîna jinan êdî ne tenê daxwaza mafan e. Îro, jin wekî kirdeyên siyasî ji bo diyarkirina çarenûsa xwe îradeya xwe nîşan didin; ew bi rêya avaniyên xwe yên rêxistinkirî hêza xwe ya gotin, biryardayîn û çalakvaniyê berfireh dikin. Qonaxa heyî ji berxwedanê ber bi avakirinê; ji nediyarbûnê ber kirdebûyîna damezrîner ve veguherînek e. Her çiqas hişmendiya serdest a mêrperest û modernîteya kapîtalîst hewl bidin ku ked, beden û nasnameyên jinan kontrol bikin jî, îradeya rêxistinkirî ya jinan vê dorpêçê derbas dike. Xurtbûna têkiliya di navbera têkoşîna rizgariya neteweyî û têkoşîna rizgariya jinan de îro ji her demê zelaltir tê dîtin. Bêyî rizgariya jinan civak azad nabe û pêşerojeke demokratîk bêyî pêşeng a jinan nayê avakirin. Em bawer dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd giringiya merhaleya têkoşînê nîşan dide. Em ji sedî sed bawer dikin ku perspektîf û biryarên ku dê di Kongreyê de derkevin pêş, dê têkoşîna jinan li her çar perçeyên Kurdistanê û li dîasporayê li ser bingeha yekitiyeke birêxistin û xurttir û li ser stratejiyeke hevpar pêşve bibe.   Em, wekî Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd a Ewropayê, beşek ji heman têkoşînê, heman îrade û heman meşa azadiyê ne. Her çend erdnîgar ên me ji hev cuda bin jî, têkoşîna me yek e; armanca me hevpar e. Em careke din kongreya we û hemû beşdarên kongreyê bi dilgermî silav dikin û ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin.”   Peyama Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Murat jî wiha ye:   “Ev komcivîn di demekê gelek hestiyar û girîng de tê lidarxistin. Wekî ku hûn dizanin tevahî cihanê bi kaos û şer derbas dibe. Ev şer û kaos herê zêde li Rojhilata Navîn diqewime. Hêzên serdest dixwazin li gor berjewendiyên xwe li gor dizayna xwe li Rojhilata Navîn çêkin. Di şerê yekem û duyem yê cihanî de bi Lozanê erdnîgariya Kurdistanê parçe kirin û kurdan bêmaf hîştin. Em îro jî di heman pêvajoyê de derbas dibin. Heman hêz di hewldanê de ne ku dîsa dixwazin serweriya xwe bi şiklê bê edaletiyê bisepînin, tunekirina gelen bisepînin. Lê belê vê carê cudahiyek gelek mezin heye. Ev qonax qonexeke gelê Kurd ne wek sed sal berê ye. Gelê Kurd bi pêşengiya jinan bi pozîsyonek cuda ye. Xwedî deskeftiyên neteweyî ye. Bi berxwedana sedsalî destketiyên mezin hene. Bi parastina destkeftiyên xwe gelê Kurd di berxwedanek bê hempa de ye. Herî dawî me dît ku çawa parastina  Şoreşa Rojava, Şoreşa Jin li Rojavayê Kurdistanê me dît ku gelê me çawa çar aliyê Kurdistanê û derveyê welat li qadan bûn. Peyama xwe bi zelalî dan tevahî cihanê. Helwest û hişmendiya neteweyî gelê kurd nehîşt ku plana tunekirina kurdan û ji holê rakirina destkeftiyên wan pûç bibe û bê wate bibe. Ev helwesta gel êdî siyaseta yekîtiya neteweyî ferz dike.   Ev saleke em di pêvajoyeke gelek girîng û çarenûs de derbas dibin. Ev pêvajo zemînek xurt ji bo konferansa yekîtiya neteweyî afirandiye. Me dît ku çawa salek berê di 27’ê Sibatê de rêzdar Abdullah Ocalan bi bangawaziyekî dîrokî ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk karî ku guhertinek di siyaseta kurdan de bêçikirin. Ev zemîn zemînek xurt e û ligel  vê bangawaziyê xurt hat çêkirin. Me dît ku çawa tevahî hêzên siyasî çar aliyên Kurdistanê piştgirî dan vê pêvajoyê, her wiha piştî du mehan li Rojavayê Kurdistanê jî konferansekê ku ji bo helwestî netweyî kurdan 26’ê Nîsanê de li Qamişlo hat lidarxistin. Di vê konferansê de aliyên siyasî û nûnerên wan, herçar aliyên Kurdistanê tevlî konferansê bûn peyam û piştgiriya xwe dan. Di van rojên dawiyê de me dît ku çawa aliyên siyasî Rojhilatê Kurdistanê bi vê qonaxa hestiyar ku gelê me yê rojhilatê Kurdistanê, li Îranê derbas dibe çawa hevpeymaniyek girîng û dîrokî ragihandin. Van hizbûaliyên siyasî êdî di dema pêş bi stratejiyek neteweyî livûtevgerên xwe encam dide. Li hemberê her çi metirsiyekê ser gelê me dê xwedî helwest bin. Ji bo piştgiriya gelê me dê çi destên wan bên dê bikin. Em vê pêngavê pîroz dibînin û hêviya serkeftina wan dixwazin.   Jinên hêja em dibînin ku ev hemû pêngavên dîrokî ku me behs kirin dikarim bejim ku zemînek xurt ji bo yekîtiya neteweyî ava kiriye. Van bûyeran tevahî bi berxwedaniya gel, bi pêşengiya jinan di cihanê de ku me dît çawa hemû qadan dengê xwe bilind kirin ev tacîdar bû. Em kurd bi berxwedaniya xwe peyameke siyasî xurt da herkesî. Di serî de hêzên yek dewletî, hêzên navneteweyî her wiha ispat kirin ku ew  xwedî îrade ne, xwedî maf û xwedî helwestek neteweyî ne. Em dikarin bi vê helwestê xwe tevahî cihanê bidin qebûl kirin. Di hemand demê de ev helwesta gel peyamek xurt daye tavahî hêzên siyasî. Çar aliyê Kurdistanê herkesî çawa bibe xwedî berpirsyarî. Û gelê me dikare siyseta yekîtiya neteweyî li ser hizbûaliyê siyasî ferz bike. Zûtirîn bên cem hev û konferansa yekîtiya neteweyî ya giştî bê lidarxistin. Li vê derê pêwîst e îradeya jina azad û siyaseta yekîtiya neteweyî derbixin pêş. Ez di wê baweriyê de me jinên kurd ezmûna xwe bi îradeya xwe azad dikarin bibin stûna herî xurt ji bo xebata yekîtiya neteweyî ya giştî.”