‘Em ê bi hişmendiya parastina cewherî di 8’ê Adarê de li qadan bin’ 2026-02-26 13:03:03   Elfazî Toral   STENBOL - Jin xebatên 8’ê Adarê didomînin û li dijî tundiya mêr-dewletê kolanan nîşan didin û wiha dibêjin: “Heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Em ê bi kevneşopiya berxwedana Rozayan, Sarayan li qadan bin.”   Ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re li her derê xebat bi rihê sefereriyê tên meşandin. Di pêvajoye ku tundî, qetilkirin û xespkirina maf zêde bûye de, 8’ê Adarê gelek girîng e. Jinên Stenbolê der barê xebatan de axivîn û berwedana jinan a li Rojava silav dikin. Her wiha bang li hemû jinan kirin ku bi hişmendiya parastina cewherî di 8’ê Adarê de li qadan bin.   ‘Em ê li dijî êrîşan li qadan bin’   Endama Lijneya Rêveber a HDK’ê Esengul Demîr wiha got: “Ber bi 8’ê Adarê  re hem li Tirkiye hem li cîhanê têkoşîna jinan bi gelek astengiyan re tê rû hev. Di pêvajoya ku serdestiya mêr, patriyarkayê li ser jinan şerê hêzê zêde kiriye; jin li dijî vê binpêkirin û kedê serî hildidin. Jin ji bo mafên xwe li kolanan têdikoşin. Li Tirkiyeyê rewş xetere. Rojê 5-6 jin tên qetilkirin. Destdirêjî li jinan tê kirin. Mafên qanûnî tên xespkirin. Ji ber vê jî 8’ê Adarê ji bo ku em dengê xwe hîn zêdetir bidin bihistin girînge. Ev 8’ê Adarê ji bo me girîng e. Têkoşîna jinan tenê bi sînorên Tirkiyeyê sînor nîne. Divê li cîhanê li Rojhilata Navîn têkoşîneke hevpar bê meşandin. Têkoşîna jinan  a li Rojava mînakek mezin a ji bo tevgera jinên cîhanê ye. Jinên Rojava îro bi komkujiyan re bi êrîşan re rû bi rû ne. Lê li cîhanê bi mîlyonan kes bi wan re di piştevaniyê ne. Em ê 8’ê Adarê de hem bi şev hem bi roj çalakiyên xwe pêk bînin û li dijî hemû êrîşan divê jin dakevin qadan û têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘Ya rewa têkoşîna jinan e’   Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Partiya Çep a Keskan Çîgdem Ozbaş jî daxuyakirinku ew di avakirina civakeke demokratîk, wekhev, adîlane û azad de bi israrin û wiha bi lêv kir: “Ji bo me 8’ê Adarê têkoşînê ye. Di vê dema ku em bi qirêjiyên pergalê re, bi tundî, destdirêjî, tunehesibandinê re rû bi rûne, em dizanin ku serdestiya mêr jî êdî rewabûna xwe winda kiriye. Ya rewa bi têkoşîna civakî re têkoşîna jinê bê meşandinê ye.”   Jiyanek wekhev û azad   Şengul Bîngol jî destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku tundiya dewlet mêr zêde bûye de wê ji bo jiyaneke wekhev û azad 8’ê Adarê de li qadan bin û got ew ji bo jiyaneke azad û wekhev bi coş û kelecanek mezin hemû jinan vexwendiyê qadan dikin.   ‘Em ê gotina xwe bêjin’   Merysem Şayir jî wiha anî ziman: “8’ê Adarê roja ku jin gotin, deng, têkoşîna xwe bi awayekî azad tîne ziman û dide bihistinê ye. Heman demê de ji bo jinan roja berxwedan û têkoşînê ye. Ji ber vê em bang li hemû jinan dikin ku 8’ê Adarê de li kolanan gotina xwe bêjin têkoşîna xwe mezin bikin, rêxistibûna xwe berfireh bikin. Em bi vî rihî 8’ê Adarê de li qadane.”   Ji Rozayan heta Sarayan kevneşopiya têkoşînê   Zînet Teymur diyar kir ku li Stenbolê xebatên 8’ê Adarê kolan bi kolan dimeşînin û got: “Em ê bi dirûşmeya ‘em bi berxwedanê azad dibin û civaka demokratîk ava dikin’ li kolanan bin. Em ê li her qadê xwe rêxistin bikin û cihê xwe bigirin. Em di hişmendiya hebûna xwe de bin wê civak jî azad bibe. Ji Rozayan hetga Sarayan heta Sêvêyan me ev têkoşîn berdwam kirye. Heta civak azad nebe em ê li kolanan bin. Jin azad nebe civak jî azad nabe. Em ê bi deng, hêz û hebûna xwe li qadan bin.”