HRW: Kampa Holê bi awayekî nerêxistinkirî hat valakirin 2026-02-24 12:28:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) destnîşan kir ku kampa Holê bi awayekî nerêxistinkirî hat valakirin û çarenûsa 8 hezar û 500 kesî ne diyar e.   Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch-HRW) têkildarî kampa Holê piştî ku ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê hat valakirin, raporek weşand.   HRW’ê agahî da ku piştî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand wê kampa Holê vala kiriye, niha çarenûsa 8 hezar û 500 kesî ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên kampa Holê ne diyar e. Heman rêxistinê diyar kir ku derketina malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê ne birêxistinkirî bû û bê ser û ber derketine.   Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 20’ê Çileyê piştî êrişên dijwar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku kamp ji kontrolê derketiye û êdî nema berpirsyariya kampa Holê rakir û xwe vekişand. Piştî wê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê derbasî kampa Holê bû 30`ê Çileyê ragihand ku wê kampê vala bikin.   Di wê çarçoveyê de hikumeta demkî ya Sûriyeyê 22`yê Sibatê agahî da ku wê kampa Holê bi temamî vala kiriye.   Piştî kampa Holê kete destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîmenên revandina malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampê belav bûn. Her wiha gelek dezgehên medyaya erebî û cîhanê têkildarî revandina bi komî ya malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampê rapor çêkirin.   Heyanî nîvê meha Çileyê li kampên Roj û Holê nêzî 28 hezar kes diman, ji wan 12 hezar û 500 biyanî bûn (ji zêdetirî 60 dewletan bûn) û 4 hezar kes jî iraqî bûn.   Rêxistinê anî ziman ku rêya derketina ji kampa Holê jiyana gelek zarok û jinan xistiye xetereyê. Li ser wan bazirganî hatiye kirin, ew dane bikaranîn û zarok jî ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin û dê wan di şer de bidin bikaranîn.   Her wiha HRW’ê ji rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest nasnameya kesên ji kampê derketine diyar bike, cih ji wan re peyde bikin û aliyê xizmetguzarî, tendurûstî û piskolojîk de pêdiviyên wan bi cih bîne, mekanîzmeyên qanûnî yên adil jî garantî bikin.   HRW’ê di dawî de bang li hemû hikumetan kir ku zû têkevin tevgerê û welatiyên xwe vegerînin welatê wan, mafên wan ên parastinê garantî bikin û ji nû ve bixin nava civakê û perwerde bikin.