Li ser rola jinan a di parastina zimanê dayikê de semîner hat dayîn 2026-02-22 13:44:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê semînerek li ser rola jin û malbatê ya di parastina zimanê dayikê de hate dayîn. Di semînerê de behsa rola jinan taybet jî rola dayikan ya di parastina zimanê dayikê de hate kirin.   Li Desteya Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê ya li parêzgeha Silêmaniyê derbarê rola jinan ya di parastina zimanê dayikê de semînerek hate dayîn. Tevî mamosta, rewşenbîr û çalakvanan gelek kes amade bûn.   Mamsota Neşmîl Elî di semînerê de ewil behsa dîroka ziman û girîngiya parastina zimanê dayikê kir û got; “Zimanê dayikê ne tenê amrazek ji bo pewyendiyane, di heman demê de bingeha nasnameya netewî, depoya bîr û nêrîna cîhanê ya her neteweyekê ye.”   Neşmîl Elî di dewamê de behsa bandora zimanê biyanî ya li ser fikira zarokan kir û got; “Zarok weke pêwîst çand û zimanê xwe nasnakin, lewma rola jinan, bi taybet ya dayikan ya di parastina zimanê Kurdî de gelek girînge.”   Mamosta Neşmîl Elî balkêşa ser astengiyên li ber dayikan û mamosta Zara Mihemed weke mînak da û got; “Zara Mihemed ji ber ku ziman parast gelek caran hate girtin. Lewma rola jinên mamosta ya di parastina çand û ziman de gelek girînge.”   Di dawiya semînerê de ji malbatan hate xwestin ku ji bo zarokên xwe dem veqetînin û hîn zêdetir guh bidin wan. Ji ber ku yek ji amraza herî girîng ya ji bo parastina ziman, dayike.