Raporên Atolyeya Jineolojiyê ya Rojava 2026-02-22 09:03:00   Derya Ren   RIHA - Endamên Jineolojiyê raporên der barê sûcên şer yên ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ya Rojava ve hatiye amadekirin û bi 8 zimanan hatiye weşandin nirxandin û gotin: “Raporên hatine amadekirin şandin welatên cuda. Vegerên erênî çêbûn.”   Akademiya Jineolojiyê ya Rojava der barê sûcên şer ên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayê Tirkiyeyê li Heleb, Kobanê, Tebqa, Reqa û Dêra Zor de raporek amade kirin. Rapor bi sernavên wekê ‘li Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer’ û li ‘Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer yên li dijî zarokan’ hat weşandin.   Rapor bi 8 zimanî hat weşandin û ji rêxistinên mafê mirovan re hat şandin.   Endama Akademiya Jineolojiyê ya Rojava Leman Şexo û Siyam Dawud der barê rapora hatiye amadekirin de axivîn.   ‘Me xwest em sûcên şer bikin belge’   Leman Şexo êrîşên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku 6’ê Çile de destpêkirin axivîn û wiha got: “Me di êrîşan de sûcên şer kirin belge. Me êrîşên li dijî nexweşxaneyan dît. Gelek kes bi awayekî hovane hatin qetilirin. Di şeran de du hêz pevdiçûnin. Lê li her du taxan sivîl hatin qetilkirin. Me hovîtiya li taxan li ser gel hat meşandin dît. Jina ku hatibû qetilkirin ji avahiyê de hat avêtin. Keziyê jina ku hat qetilkirin hat birîn. Divê ev çavsorî û hovîtî bihata belgekirin. Heman êrîş li Kobanê jî hatin kirin. Xwestin îradeya gel bikşînin.”   ‘Bandora raporê hebû’   Leman Şexo da zanîn ku armanca rapora hatiye amadekirin ev ku li dijî komkujiyan bêdengî tune be û armanca hestiyariyê dihewand. Leman Şexo wiha bi dawî kir: “Belê me rapor amade kir.Lê mirovên navê wan nehatine zelalkirin, bûyerên nehatine zelalkirin hene. Bandora raporê li cîhanê bû. Rêxistin jin, zarok û saziyên mafên mirovan vegeriyan. Nêzî 229 jinî li ser zoomê civîn bi me re kir. Xwestin der barê tiştên hatine jiyîn de agahî bigirin.”   ‘Pirtûkên Kurdî hatin tunekirin’   Siyam Dawut jî der der barê raporê de agahî da û wiha got: “Me dane û tiştên hatine jiyîn kom kirin. Peymane ku HSD û hikûmeta Şamê kiriye heye. Lê tevî vê em nikarin bêjin her tişt qedyaye. Ji ber xetere hîna didome. Di êrîşan de sûcên şer hatin kirin. Sivîl hedef hatin girtin. Niha mirovên destê çeteyan de hene. Ligel vê li dijî pirtûkxaneya Şehîd Nagîhan Akarsel ya li Helebê êrîş pêk hatin. Pirtûkên Kurdî hatin şewitandin texrîbkirin. Êrîşê saziyên jinan kirin. Saziyên jinan yên Zenobiya û Tehalîf hatin texrîbkirin.Bi pêkanînên dijmirovahî êrîşê cihên jinan kirin. Ev ne tenê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hemû jinan xetereye.  Hewl didin rêbazên nû ji bo jinan bînin, dixwazin jinan hepsê malê bikin.  Ev ji bo hemû jinan xetereye. Me bi rapora amade kiriye xwest sûcên şer bidin bihistin û hişmendiyê biafirînin.”