Encamnameya Sempozyûma Zimanê Dayikê hat aşkerakirin 2026-02-21 19:17:38   ENQERE- Encamnameya 3’yemîn Sempozyûma Zimanê Dayikê yê Navneteweyî ku ji aliyê Egîtîm-Senê ve hat lidarxistin hat aşkerekirin. Di encamnameyê de hat gotin ku divê perwerdehiya pirzimanî pêk were û mafê zimanê dayikê bê misogerkirin.   Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) tekildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê 3’yemîn Sempozyûma Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li dar xist. Sempozyûma li eywana konferansê ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê hat lidarxistin destpê kir. Ji Lubnan, Kafkasya, Afrîkaya Başur, îrlanda, Îskoçya, Îspanya (Bask-Katalonya), Holanda, Almanya û Rojava (zoom) kesên ji mijarê re alaqadar tevlî sempozyûmê bûn.   Sempozyûm piştî 3 rûniştinan bi forumê ve ku beşdarên tevlîbibûn li ser sempozyûm û Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê fikir û remanên xwe anîn ziman bi dawî bû. Piştre jî encamnameya sempozyomê hat aşkerekirin.   Encamnameya sempozyomê ji aliyê Serokê Giştî yê Egitîm-Senê Kemal Irmak ve hat xwendin. Kemal Irmak li ser wateya rojê axaftineke kurt kir û encamname aşkera kir.   Encamnameya sempozyûmê wiha ye:   “Lêkolînên zanistî û ezmûnên navneteweyî nîşan didin ku mafê fêrbûna bi zimanê dayikê yê kesekî yek ji şertên bingehîn ên pêşkeftina têgihiştinî, serkeftina akademîk û wekheviya di perwerdehiyê de ye. Berevajî vê, polîtîkayên perwerdehiyê yên li ser bingeha yekzimanî ji bo kesên ji paşxaneyên zimanî û çandî yên cihêreng newekheviyên avahîsaziyê diafirînin; ew pêvajoyên fêrbûnê asteng dikin, dibin sedema neheqiyan. Ji ber vê yekê, perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê ne tenê daxwazek çandî ye, lê di heman demê de pêdiviyek pedagojîk û mafek bingehîn a mirovan e. Ezmûnên navneteweyî yên ku di sempozyûmê de hatine parvekirin nîşan dane ku modelên perwerdehiya pirzimanî dikarin di çarçoveyên dîrokî û civakî yên cûda de bi serkeftî werin bicîhkirin. Gotûbêjên sempozyûmê aşkere kirin ku divê veguheztina perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê di aliyên xwe yên pedagojîk, qanûnî û sazûmanî de were çareser kirin.”   Kemal Irmak daxwaz jî wiha rêz kirin:   “*Mîsogeriya qanûnî divê hemû astengiyên li pêşiya mafê perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê werin rakirin.   *Divê pergaleke perwerdehiyê ya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê di hemû astên perwerdehiyê de were avakirin, ji pêşdibistanê dest pê bike û ji bernameyên perwerdehiya mamosteyan bigire heya mufredatê dirêj bibe.   *Divê Tirkiye tavilê şerhên ku li ser peymanên navneteweyî yên ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê diyar dikin rake.   *Divê hikûmetên herêmî azad bin ku baxçeyên zarokan ên laîk, zanistî, yên bi zimanê dayikê, navendên ciwanan, pirtûkxane û navendên çandî vekin.   *Divê siyaseta tayînkirina qeyûman bi dawî bibe.”