MKG'ê bi çalakiyan piştgirî da rojnamgerên girtî 2026-02-18 15:10:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), pirtûk û kart ji bo rojnamegerên ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê  ne, wekî nîşana piştevaniyê hatin şandin.   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li gelek bajaran çalakiyên piştevaniyê  ji bo nûçegîhanên Ajansa Nuçeyan a Etkînê (ETHA), Nadiye Gürbüz, Pinar Gayıp û Elif Bayburtku di operasyonên li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de hatin girtin li dar xist.   Di dema çalakiyan de, pirtûk û kart ji rojnamegerên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê re hatin şandin.   Wan   Şaxa Wanê ya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo piştevaniya bi sê rojnamevanan re çalakiyek li dar xist. Gelek rojnamevan beşdarî çalakiyê bûn û li ber Postexana  Wanê kom bûn ku kart û pirtûkên piştevaniyê ji hevkarên xwe re bişînin.   Amed   Şaxa Amedê ya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo hevgirtina bi rojnameger Pınar Gayıp, Nadiye Gürbüz û Elif Bayburt ku di 5'ê Sibatê de hatin girtin, name û pirtûk şandin. Rojnamegerên li avahiya MKG'ê kom bûn û name û pirtûk ji postxaneya Sûrê ya navçeya Amedê rê kirin.