Di peymana QSD-Şamê de xala girîng: Koçber û veger 2026-02-18 09:09:41   Jiyan Gencan   QAMIŞLO - Pîştî peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de xalên peymanê dikevin meryetê. Yek ji wan xalên peymanê jî vegera bi ewle ya koçberên Efrînê ye. Ji bo vegera koçberên Efrînî destpêkê wê 400 malbatên ku ji navçeya Cindirês, Şiyê û Mabata ne vegerin warê xwe.   Peymana ku 29’ê Çileyê 2026 di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê de hat îmzekirin û 30’ê Çileyê hat eşkerekirin, wekî rojevek sereke ya herêmê û cîhanê cihê xwe diparêz e. Di peymanê de 2 bendên ku wekî xalên herî girîng tên binavkirin jî mijarên koçberî û perwerdeyê ne. Li ser herdu xalan hîn danûstendinên berfireh nehatine kirin û gavên berbiçav nehatine avêtin. Lê ji bo vegera bi ewle ya koçberan kar û xebat tên meşandin û êdî dikeve meryetê.    Zêdetirî 300 hezar koçberên ku ji Efrîn, Şehba, Helebê di encama êrişan de 3 caran cihên xwe terikandin, her wiha 150 hezar kesên ku ji Serêkaniyê û Girê Sipî koçber bûne, li benda vegera bi ewle ne. Herwiha ger ku tu astengî dernekevin û plansaziyek hevpar were derxistin, bi giştî zêdetirî 450 hezar koçberên ji Efrîn, Şehba, Heleb, Girê Sipî û Serêkaniyê wê karibin vegerin warên xwe. Li gorî peymanê pêwîste vegerek bi ewle çêbibe û li bajarên wekî Efrîn, Şehba, Girê Sipî û Serêkaniyê pergala  ewlekariya  hundirîn were avakirin.   Derbarê vegera Efrînê de Hevseroka Kombenda Efrîn a Civakî Cîhan Hisên axivî.   Cîhan Hisên anî ziman ku bi salane ew ji bo vegera Efrînê di nava kar û xebatan de ne û wiha got: "Şêniyên Efrînê tu carî hêviya xwe ya vegera Efrînê winda nekirin, her dem ji bo ev hêviya wan pêk bê têkoşîn dan. Li Şehba jî bi salan di nava dorpêçê de têkoşîna xwe domandin. Di peymana 10'ê adarê de jî xala sereke vegera koçberên Efrînê bû, lê ji ber ku peyaman bi şerê berdewam kir re vala hat derxisti dîsa gel ket ser riya koçberiyek din. Bi peymana 30'ê Çileyê re vegera koçberan dîsan ket rojevê û bû xalek esasî."   '400 malbat wê vegerin Efrînê'   Cîhan Hisên diyar kir ku wê ji bo vegerê despêkê 400 malbat derbasî navçeyên Efrînê bibin û ew agahî da: " Niha gelê me li bajarên Herêma Cizîrê di mizgeft û dibistanan de bi cîh bûye.  Ji bo vegerê wê gelê me yê ku li herêmê bi cîh bûye derbasî navçeyên Cindirês, Mabata û Şiyê bibin. Ji bo destpêkê 400 malbat hatine diyarkirin. Wê ev veger di nav demê de qafîle bi qafîle dewam bike."   'Gelê Efrînê wê têkoşîna xwe berdewam bike'   Cîhan Hisên anî ziman  ku gel wê bi xwe parastina xwe bike û ew yek anî ziman: " Gelê Efrînê gelekî ku bi salana perwerde dîtiye, dikare parastina xwe bike. Di destpêkê de wê zahmetî derkevin, lê gelê kurd her tim li hemberî zahmetiyan têkoşîn kiriye li berxwe daye. Ji bo vegra cîh û warên xwe ew gel bi salane di hemû zahmetiyan re derbas bû wê ji vir û şunde jî bi hemû zahmetiyan re têbikoşe."   'Heviya salan ya gelê Efrînê pêk tê'   Cîhan Hisên di dawî de bahsa pêşwaziya gele Efrînê ji bo vegerê kir û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " Gelê Efrînê di nava rêwitiya koçberiyê de gelek zahmetî kêşand. Ji bo vegerê gel pir kêfxweş û bi morale, heviya wan ya bi salan pêk tê û hesreta vegra Efrînê bi dawî dibe."