Li Amedê kuştineke bi gûman 2026-02-17 13:48:24   AMED - Li navçeya Yenîşehîrê Kubra Keleş bi çekê kuştî hate dîtin.    Li navçeya Yenîşehîr a Amedê jina bi navê Kubra Keleş bi çekê kuştî hate dîtin. Li ser agahdarkirina malbata wê tîmenên tendirustî û polîs sewkî cihê bûyerê hatin kirin.   Cenazeyê Kubera Keleş ji bo otopsiyê rakirin saziya Tipa Edlî û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.