Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da 2026-02-16 18:56:02   SÊRT – Dayika Aştiyê Berfîn Saîn ku du meh bû ji ber pençeşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Dayika aştiyê Berfîn SAîn (70) ku du meh bû li Nexweşaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Berfîn Saîn ji aliyê  Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkairya Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl hat girtin.   Cenaze li goristana Zeviyê ya taxa Çal a Sêrtê hat definkirin. Şîn li Mala Şînê ya Halîn Bîn Welîd a taxa Koperatîfê hat danîn û wê sê rojan bidome.