TJA wê sibehê deklarasyona 8'ê Adarê eşkere bike 2026-02-16 11:51:53   AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) dê deklarasyona xwe ya ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakek demokratîk ava dikin" eşkere bike.   Tevgera Jinên Azad (TJA) dê deklarasyona xwe ya ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê sibehê saet di 11:00'an de li Qesra Cemîl Paşa bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakek demokratîk ava dikin" eşkere bike.   TJA'yê ji ser hesabê xwe yê X'ê ev yek parve kir û got, "Em berxwedana jinan ji Rojava ber bi cîhanê ve berfireh dikin û bi hev re bingeha civakek demokratîk ava dikin. Bêyî azadiya jinan aştî û demokrasî nabe. Em bang li hemû jinan dikin ku di 18'ê Adarê de beşdarî têkoşîna hevpar, hevgirtin û berxwedanê ya li meydanan bibin."