Bi hezaran kesî bi ‘Ronahiya Heqîqetê’ tarîtî ronî kir 2026-02-15 18:58:08   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi hezaran kesên ku li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan, tarîtiya şevê bi "Ronahiya heqîqetê" ronî kirin.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê, komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hat protestokirin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bûn. Girseya ku bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi pankarta "Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve" ber bi Çerxereya Dortyolê ve meşiyan.   Di meşê de bi domdarî dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin û dowîzên bi nivîsa "Hûn nikarin bi milyonan kesan bixin odeyeke teng" hatin hilgirtin. Welatiyan ronahiyên telefonên xwe pêxistin û tarîtiya şevê ronî kirin.   Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DBP'ê yê Cizîrê Bager Aşkin di axaftina xwe de diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, kes azad nabe. Piştî wî, Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri metna hevpar xwend û destnîşan kir ku komplo têk çûye û Abdullah Ocalan bi ser ketiye.   'Heta Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome’   Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî komploya navneteweyî şermezar kir û ev tişt got: "Gelê Kurd her sal li dijî komployê li qadan e. Yahya Menekşe berî 15 salan dema komplo şermezar dikir hat qetilkirin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Me ev komplo nas nekiriye û em ê nas nekin. Ne komploya 15'ê Sibatê û ne jî komployên li ser Rojava, em tu carî qebûl nakin. Gelê Cizîrê dê her tim xwedî li îradeya xwe derkeve. Heta ev roja reş bibe ronahî, em ê têkoşînê berdewam bikin. Kurdan li Rojava bersiva komployê da. Îro dixwazin komployê nû bikin, lê gelê Kurd dê li dijî vê heta dawiyê li ber xwe bide."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" heta ber avahiya partiyê meşiya.