'Mafê hêviyê ne qenciyek e, lê pêdiviyek rûmeta mirovan e’ 2026-02-13 11:33:16   Elfazî Toral   STENBOL - Parêzer Destîna Yildiz rapora ‘mafê hêviyê’ ya TOHAV’ê nirxand û rejîma înfaza muebeta giran wek rejîma bêhêvîtiyê pênase kir. Destîna Yildiz got di alî girtiyên siyasî de îhtîmala tahliyeyê bi fîlî ji holê hatiye rakirin û got: “Mafê hêviyê ne qenciyek e, lê pêdiviyek rûmeta mirovane ye.”   Biryarên  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) yên der barê mafê hêviyê de dane Tirkiyeyê hîna nexistiye jiyanê. Nîqaş û nirxandinên derbarê “Mafê Hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek girtiyên siyasî yên Kurd de berdewam dikin. Mijara “Mafê Hêviyê” bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hîn bêtir ket rojevê û ev maf yek ji xala herî girîng a pêvajoyê tê nirxandin. Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV) jî têkildarî “Mafê Hêviyê” raporek berfireh amade kir.   Di raporê de hate diyarkirin ku ev rapor di aliyê têgehî, dîrokî û qanûnî nîşan dide ku pratîka li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk vî mafî binpê dike û wiha hate gotin: “Pergalek ku hêviyê qedexe dike, rûmeta mirovan jî qedexe dike. Li ser vê esasê jî mîsogerkirina mafê hêviyê pêşmerca parastina rûmeta mirovan û siberoja demokratîk a Tirkiyeyê ye.”   Hevseroka TOHAV’ê parêzer Destîna Yildiz der barê rapora amade kirine de axivî.   ‘Girtî ji mafê hêviyê fêdeyê nagirin’   Destîna Yildiz diyar kir ku rejîma înfaza muebeta giran bi tena serê xwe pirsgirêk e û ev pêkanîn veguherîne binpêkirinên maf a giran. Destîna Yildiz wiha anî ziman: “Girtî di hucreyên yek kesî de di şertên giran de tên girtin.Têkiliyên wan bi derve re hatine sînorkirin. Mafê telefon, serdanan hatine sînorkirin. Hevdîtin hatine sînorkirin. Di vî alî de ev wek cezayeke hatiye zêdekirin dertê pêşberî me. Ev li dijî rêgeza wekhevî, mafê wekhevî û mafê hêviyê ye. Girtî ji mafê hêviyê fêdeyê nagirin.”   ‘Rejîma bêhêvîtiyê’   Destîna Yildiz got nenaskirina mafê hêviyê der barê pêşeroja kes de jî mafê hêviyê ji holê radike û got ev hem di alî nirxandinên DMME û hem jî di alî rêgezên hiqûqî de rê li ber pêkanînên ‘dijmirovahî’ vedike. Destîna Yildiz got: “Rakirina cezayê darvekirinê wek reform hat pêşkêşkirin, li şûna wê cezayê muebeta giran anîn. Lê em dibînin ku ev jî pergaleke ku mafê hêviyê ji holê radike, derdikeve pêş me. Ji ber vê jî ev veguheriye rejîma bêhêvîtiyê. Mafê hêviyê yek ji parçeyê rûmeta mirovahiyê ye. Divê cezakirina bi armanca tolgirtinê neyê kirin. Divê di çarçoveya edaletê de bê nirxandin. Di vê nokteyê de ev wek pêkanîna edaleta cezakirinê dertê pêş me. Lê divê rûmeta mirovahiyê bê parastin. Rejîma înfaza muebeta giran, rejîma bêhêvîtiyê ye. Di alî girtiyên siyasî de îhtîmala tahliyeyê bi fîlî ji holê hatiye rakirin. Mafê hêviyê ne qenciyek e, lê pêdiviyek rûmeta mirovane ye.”   Banga berpirsyariyê   Destîna Yildiz carek din balkişand ser girîngiya mafê hêviyê û wiha domand: “Divê mafê hêviyê bê nasîn. Naskirina mafê hêviyê tê wateya sererastkirina demokratîkbûna rejîma înfrazê, tê wateya rêza wekheviyê. Pirsgirêkên rejîma înfazê tenê bi mafê hêviyê sînor nîne, yek parçeyê esas ê prisgirêkê ye. Di vê mijarê de avêtina gavê ya Tirkiyeyê wê gava yekemîm a demokratîkbûnê be. Ji bo naskirina vî mafî divê xebat bê kirin. Mafê hêviyê ne qenciyek e, lê pêdiviyek rûmeta mirovan e.”