'Aştiyeke bi rûmet wê ji bo fêdeya hemû gelan be' 2026-02-11 09:02:39   Devrîm Findik   STENBOL - Rêveberên DEM Partiyê der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de axivîn û diyar kirin ku tevî salek derbas bûye dewletê gavek şênber navêtiye û diyar kirin ku wê aştiyeke bi rûmet ji bo fêdeya hemû gelan be.   Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di 27’ê Sbiata 2025’an de destpê kir. Di ser pêvajoyê de salek derbas dibe û hîna ji aliyê desthilatdariyê ve gavek nehatiye avêtin. Bi vê pêvajoyê re tevî biryarên Dadgeha Destûra Bignehîn hîna girtiyê siyasî nehatine berdan û ligel vê di 6’ê Çileyê de li dijî Kurdên li Rojava dijîn ji aliyê HTŞ’ê ve êrîş hatin destpêkirin. Di serî de dewletên emperyatlîst, Tirkiyeyê piştgirî da vê pêvajoyê. Li Sûriyeyê peymaneke hatibe îmzekirin jî hîna Kobanê di bin dagirkirinê de ye.   Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê pêvajoyê de axivîn.   ‘Girtiyên siyasî hîna girtî ne’   Hevseroka DEM Partiyê ya Şîşliyê Zîlan Ozturk balkişnad ser pêvajoyên çareseriyê yên berê û wiha got: “Bi tecrubeyên ku berê hatine jiyînê re, pêvajoya nû jî bi parçebûnê re rû bi rû ye. Ji ber vê jî di pêvajoya aştiyê de hîna gavek şênber nehatiye avêtin. Hîn girtiyên siyasî nehatine berdan. Gel bi hêvî bû lê gavek qanûnî nehat avêtin. Tevî biryarên DDB’ê gav nayên avêtin. Ev jî baweriyê nade gel.”   'Aştiyeke mayînde ji bo hemû gelan bi fêde be’   Rêvebera DEM Partiyê û hevberdevka herêma duyemîn Derya Goral jî got pêvajo di asta gotinê de maye û wiha anî ziman: “Em dixwazin encamekê bigirin. Lê ev bi gotinên siyasî mane. Di pratîkê de tiştek tuneye. Divê pêvajoya aştiyê şênber bê meşandin. Me soza aştiyê daye gelên Tirkiyeyê. Yekane hêza ku me ji DAIŞ’ê diparêze tevgera azadiya Kurd e. Em li pêş êrîşên li ser destkeftiyên jinan têdikoşin. Karê jinan di pêvajoya aştiyê de hîn zehmetir e. Ev zîhniyet dixwazin rêxistinên jinan beralî bikin. Lê em dibêjin ku aştiyeke bi rûmet wê ji bo fêdeya me hemûyan be.”   ‘Tevgera Kurd berpirsyariya xwe anî cih’   Endama rêxistina DEM Partiyê ya Şîşliyê Mukaddes Erdogdu Çelîk jî wiha got: “Pêvajo bi gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ tê tengkirin. Dewlet kesên ji wan re dibe muxalîf hewl dide tune bike. Niha dixwazin her tiştî derveyê siyasetê bihêlin. Bi guhertina rejîma Sûriyeyê re xwestin daxwazên xwe pêk bînin. Ev bi xeter e, gelan tînin hember hev. Her tişt nîşan dide ku tevgera Kurd bi hişmend nêz bû û pêşî li pevçûnên di navbera gelan de girtiye. Lê hîna Kobanê di bin dorpêçê de ye.”   Hevseroka DEM Partiyê ya Beyoglu Nîsbet Boztaş jî daxuyaikrin ku ew der barê pêvajoyê de tu pêşketinekê nabînin û  got: “Ez vekirî bêjim di alî pêvajoyê de em pêşketinekê nabînin. Tu daxwazên me heta niha pêk nehatine.”