Kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2026-02-06 18:58:08   MEREŞ - Di sêyemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibata 2023’an ên bi navendî Mereşê de, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Egitim Sen û malbatên ku xizmên xwe di erdhejê de winda kirine, yên ku jiyana xwe ji dest dane li ser gorên wan bi bîr anîn.   Bi wesîleya sêyemîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê ku bandor li gelek bajaran kir, li Mereşê kesên di erdhejê de jiyan xwe ji dest dabûn li ser gora wan hat bibîranîn.     Li  navê girseyê serokê Şaxê Mereşê yê Egitim Senê Îsmaîl Tekardiç di daxuyaniya çapemeniyê ya li Bazarcixê de axivî û diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tu carî bi awayekî zelal nehatiye eşkere kirin.   Îsmaîl Tekardiç bi bîr xist ku li gorî daneyên fermî 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dane û 107 hezar û 213 kes birîndar bûne; her wiha diyar kir ku bi milyonan kes jî bi pirsgirêka stargehê re rû bi rû ne.   Îsmaîl Tekardiç bal kişand ser wê yekê ku erdhej bi gotinên "çarenûsê" hatine piştguh kirin û got ku berpirsên rastî hatine parastin û bi dozên nîşandêr sûc xistine stûyê çend muteahîdan.   Îsmaîl Tekardiç got: "Tenê cihê felaketê guheriye. Dema berpirsên rastî dihatin parastin, bi dozên nîşanderî sûc li ser milê çend muteahîdan hatine hiştin. Bi efûyên îmarê, avahiyên xirabe hatin zagonîkirin û bi destê dewletê mirin ji nû ve hate hilberandin."   Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku avahiyên cemaweriyê bi pîvanên zanistî werin kontrolkirin, bacên erdhejê li gorî armanca xwe werin bikaranîn, polîtîkayên bi navendî rantê bi dawî bibin û bi beşdariya rêxistinên pîşeyî "Zagona Erdhejê" ya girêder were amadekirin