Li Menderesê lehî: Du jinan jiyana xwe ji dest da 2026-02-06 18:13:05   ÎZMÎR - Di encama barana tund a li navçeya Menderesê barî de lehî rabû û wesayîtek bi avê de çû. Di bûyerê de du jinan jiyana xwe ji dest dan û xebatên rizgarkirina kesekî didome.   Li navçeya Menderes a Îzmîrê di saetên êvarê de baran barî û li taxa Oglanansi ya Riya Sanayî ya Kisik di çem de lehî rabû.  Wesayîta di pirê re derbas dibû bi ber avê ket. Çar kes di wesayîtê de bûn û kesek bi derfetê xwe derket.   Ekîbên çûn cihê bûyerê cenazeya du jinên di wesayîtê de derxistin.  Hat hînbûn ku xebatên rizgarkirina kesekî didome.