Ji IPPNW’ê Gîsela Penteker:Bi peymanê re divê dorpêça Kobanê bê rakirin 2026-02-06 09:05:49   Melek Avci   ENQERE - Nûnera IPPNW ya Tirkiyeyê Gîsela Penteker balkişand ser peymana navbera HSD û HTŞ’ê û got: “Bi qasî me bihistiye, hîna ji bo pêkhatina peymanê gavek nehatiye avêtin. Yek ji gava yekemîn ev e ku dorpêçkirina Kobanê bê rakirin.”   HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çile de êrîşê taxên Kurdan yên Helebê kir. Çeteyan piştre tevî agirbestê êrîşê Rojava kir û gelê Rojava û ji qada navneteweyî her kesî berxweda û bi çeteyan gav da avêtin. HSD û rêveberiya Şamê di 30’ê Çile de ji nûve li hev kir û agirbest îlan kirin. Tê payîn ku xalên peymanê bikevin jiyanê û bi rojane dorpêça Kobanê didome.   Nûnera Hekîmên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina Şerên Nukleerê (IPPNW) ya Tirkiyeyê Gîsela Penteker der barê rewşa li Rojava de nirxandin kir.   ‘Rojava wê rê li ber pêla azadiyê vebike’   Gîsela Penteker da zanîn ku modela Rojava, li cîhanê û bi taybet jî li Rojhilata Navîn mînake û got: “Li welatên derdorê hikûmetê otokratîk, netewperest û îslamî hene. Parastina Rojava û ji entegrekirina pergala nû ya Sûriyeyê, wê ji bo hemû herêmê bibe çavkaniya îlhamê û wê rê li ber pêla azadiyê vebike.  Êrîşên tund rê li ber xetereyan vedike. Tirsa min ev e ku berxwedana herêmî bi tena serê xwe ji bo Rojava wê têr neke.”   ‘Dorpêça Kobanê li dijî peymanê ye’   Gîsela Penteker diyar kir ku dema hewcedariyên û mafê mirovan yên li Rojava li ber çavan bê girtin têgehên navneteweyî tu tiştekî îfade nakin û wiha domand: “Di şer û peçûnên demên dawî de têgehên mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî tu tiştekî îfade nake.  Ev têgeh ji aliyê gelek rêveberan ve bi pêşdaraz tên bikaranîn. Wek alav bikar tînin û lê dema çalakiyeke dibe mijara gotinê tê jibîrkirin. Dorpêça Kobanê ne tenê karaseteke mirovahiye, li dijî peymana navbera HTŞ û Kurdan de ye.”   ‘Divê çavdêrên serbixwe biçin herêmê’   Gîsela Penteker wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê heyeteke çavdêr ya serbibxwe biçe herêmê. Civaka navneteweyî ji bo ku êrîşa li ser herêmê bidawî be vê derfetê binirxîne. Ji bo di cih de bibînin ku peyman pêk tê an na, zilm hatiye rawestandin an na divê çavdêrên serbixwe biçin herêmê.”   ‘Hevî da mirovan’   Gîsela Penteker bi lêv kir ku pêşketina civaka Rojava, azadiya jinan ji bo gelek tevgeran bûye îlham û wiha berdewam kir: “ Divê cîhan Rojava biparêze. Rojava ji bo herêmê ji bo cîhanê têkoşîn da. Vê têkoşînê îlham da cîhanê. Gava yekemîn  eve ku divê dorpêça Kobanê demildest bidawî be.”   ‘Divê zext û bang bidomin’   Gîsela Penteker di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li hemû cîhanê ji bo Rojava berxwedan û piştevanî heye û wiha dawî lê anî: “Kurdên li dîasporayê di berxwedaneke mezin de ne. Ji her derê Ewropayê ciwanên Ewropayê piştgiriyê didin vê berxwedanê. Bi taybet çapemeniya Alman der barê çalakiyan de nûçeyan çênake. Ji ber vê gelek Alman ji vî şerî ne agahdarin. Di vî alî de zêdetir li ser çapemeniya civakî ev tê rojevê. Ji ber vê jî bang û zextên li ser dewletan divê bên berdewamkirin."