Bi ser navenda Yekitiya Jinên Yemenê de hat girtin 2026-02-03 19:31:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Eb bi sr navenda Yekitiya Jinên yemen de hat girtin û bi dehan stajyerên jin ji avahiyê hatin derxistin û navend hat girtin. Ev bûyer wek binpêkirina maf a nû ya li dijî azadiya jinê derbasî qeydan bû.   Husî li Yemenê navend û saziyên jinan hedef digirin. Bi ser navenda Yekitiya Jinên Yemen ya li herêma El Meşnah a bajarê Eb hat girtin.   Li gorî çavkaniyên herêmî 63 stajyerên jin ji avahiyê hatinederxistin, alavên wan hatine desteserkiri û navend hatiye girtin.   Li gorî nûçeya Nujinha;  hat diyarkirin ku serdegirtina bi koma Zeynabiyat a bi hêzên Husîre tevdigere pêk hatiye.