Li Hannoverê ji bo Rojava meş 2026-02-03 12:47:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hannover ê Elmanyayê polîtîkayên dorpêça li ser Rojava û feraseta înkar û îmhayê ya li dijî gelê Kurd, bi meşekê hate protestokirin.   Meş li ser banga saziyên Kurdan û derdorên demokratîk hate lidarxistin. Girseya ku li navenda bajêr hate ba hev, li dijî polîtîkayên ku îradeya rêveberiya xweser a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin, dest bi meşê kir.   Di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kurdistanê” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.   Di meşê de pankart hatin hildan. Hate destnîşankirin ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê Kurd, bi rengên cuda hatine domandin. Helwesta hêzên navneteweyî ya di vê pêvajoyê de jî hate şermezarkirin.   Di daxuyaniyên hatin dayîn de, hate diyarkirin ku biryardariya ji bo xwedî derketina li destkeftiyên gelê Kurd didome.   Çalakvanan destnîşan kir ku gelê Kurd wê dest ji daxwaza azadî û çareseriya demokratîk bernede û wê têkoşînê mezin bike.