Dorpêça li ser Kobanê 15 roj in dewam dike 2026-02-03 10:35:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Dorpêça li ser Kobanê di roja 15'an de ye. Nêzî 600 hezar mirov ku bi hezaran ji wan koçber in, ji ber nebûna av, elektrîk û dermanan di rewşeke zehmet de ne.   Ji ber dorpêça komên çete yên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a li ser Kobanê ku 15 roj in dewam dike, xeterî li ser jiyana zêdeyî 600 hezar mirovî heye. Bi taybetî derman nayên peydakirin, nexweşên penceşêrê nikarin derkevin derve û tedawiya xwe dewam bikin. Elektrîk li ser wan hatiye qutkirin û madeyên sotemeniyê û xwarinê nayên peydakirin.   Gelê Kobanê ji roja destpêkê ve hem berpirsyariya koçberan rakir hem jî gund û bajarên xwe diparêzin. Destûr nedan komên çete yên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ku bi pêş ve biçin.   Li gorî lihevkirina 20’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Şamê de ku 2' Sibat 2026'an bi pratîkî destpê kir, divê dorpêça li ser Kobanê hatibûya rakirin. Tevî hevdîtinên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kobanê û şandeya Wezareta Karên Hundir ya hikumeta demkî ya Şamê jî dorpêç dewam dike.   Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker rê nade alîkariyên mirovî yên ku gelê Bakurê Kurdistanê amade kirine, derbasî Kobanê bibin.   Berxwedana gelê Kobanê di mercên zehmet de dewam dike.