Ji bo Rojava meşiyan: Yek e yek e Kurdistan yek e 2026-02-01 17:13:00   STENBOL - Meşek li Stenbolê hat lidarxistin û peyama hevgirtinê li dijî êrîşên li ser Rojava hat dayîn û daxwaza vekirina deriyên sînor hat kirin.   Li Stenbolê, di çarçoveya 1'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Hevgirtinê bi Rojava re ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Kongreya Demokrasiyê ya Gelan (HDK) ve meşek hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên ji partiyên siyasî yên cûrbecûr beşdar bûn. Meşê li Kolana Halitagayê dest pê kir û li Kadikoyê bi dawî bû. Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Yek e yek e Kurdistan yek e"  û "Bijî hevgirtina şoreşgerî" hatin berzkirin.   Li Kadikoyê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn û meş bi dawî bû. Metna bi Kurdî ji aliyê ji Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê Çetin Yildiz û ya bi Tirkî jî ji aliyê Hevseroka TUHAYDER'ê Nurten Karagoz ve hate xwendin.   Arîfe Çinar, hevseroka şaxa bajêr a DEM Partiyê, destpêkê axivî. Arîfe Çinar, diyar kir ku ji sala 2013-14'an vir ve li bajarê Kobanî sîstemeke demokratîk hatiye avakirin û ev yek tê wê wateyê ku gelê Kurd dikare bi nasnameya xwe bi azadî bijî.   Hevberdevka şaxa HDK'ê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz bal kişand ser krîza mirovî ya li Rojava û got, "Êrîşên ku bi nefreteke mezin têne kirin hîn jî gefê li ser nifûsa sivîl dixwin."   Piştre Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Ayşegul Dogan diyar kir ku gelê Kurd 30 sal in ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşe.   Piştre daxuyaniya çapemeniyê hat dayin.    Daxuyanî bi dirûşmeyan qediya.