Hejmara 251’an a rojnameya Newaya Jin hat weşandin 2026-02-01 12:32:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 251’an a rojnameya Newaya Jin bi sernavê “Ji komplogeran ferzkirina qirkirin û tunekirinê: mekanîzmaya habitus’ hat weşandin.   Di vê hejmara rojnameyê de nirxandinên akademîk ên li ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, pêvajoyên komployên nû yên li Rojhilata Navîn, berxwedana Rojava li dijî êrîşan û serhildanên gel ên li Îranê, Manîfestoya Civaka Demokratîk û sosyolojiya dîrokî ya Rêber Apo cih girtin. Her wiha erdheja Mereşê ya 6’ê Sibata 2023’yan, tundiya sîstematîk a li dijî jinan li Bakurê Kurdistanê û polîtîkayên şerê taybet jî hatin destgirtin. Di beşa Forûmê ya rojnameyê de nirxandinên Rêber Apo yên 19’ê Cotmeha 1993’yan cih girt.   Raperîn Munzur, diyar kir ku Sibat bi komployên nû dest pê dike û hedefên komploya 1998’an û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê bi bîr xist. Raperîn Munzur, destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava berdewamiya komployê ne, şoreşa Rojava şoreşa jinan e û banga seferberiyê kir. Raperîn Munzur, diyar kir ku berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê îradeya ji bo siberojek azad nîşan dide.   Viyan Lolan, diyar kir ku Komploya 15’ê Sibatê berdewamiya polîtîkayên înkar û îmhayê ye. Viyan Lolan, anî ziman ku ev plan ji hêla şêwaza têkoşîna Rêber Apo ve hate têkbirin û di pêvajoya Îmraliyê de li ser azadiya jinan û Jîneolojî kûrtir bûn. Viyan Lolan, bal kişand ser mekanîzmayên komployê yên nû yên ku armanca wan tasfiyekirina pergala demokratîk li Rojava û Sûriyeyê ye.   Akademisyen Nazan Ustundag, jî diyar kir ku sosyolojiya dîrokî ya Rêber Apo perspektîfên nû li ser têgihîştina azadî û rêxistinê pêşkêş dike û her wiha destnîşan kir ku pratîkên çandî nîşaneyên mirovekî azad in.   Di rûpela 5’an a rojevê de, gotara bi sernavê “Têkoşînên cuda hevparên heman asoyê’ ku peyama têkoşîna jinê ya ji Abya Yalayê heta Kurdistanê berxwedana kolektîf a li dijî tunekirina jiyanê dide pêş, cih girt.   Di rûpela 6’an a rojevê de, hevpeyvînek bi Profesor Felsefeya Siyasî yê Romî Federica Giardini re hate weşandin; Giardini girtina Rêber Apo wekî binpêkirina mafên bingehîn nirxand û got ku ramanên wî li Îtalyayê toreke xurt ava kiriye.   Pelda Sarya, behsa avakirina pergala baviksalar û kolekirina jinan kir.   Di rûpela 9’an de bi Fanny Arambîlet re li ser 15’ê Sibatê û her wiha li ser azadiya jinan û Jîneolojiyê hevpeyvîn hatin parvekirin.   Gulan Fehîm û Peyman Viyan, sedemên siyasî û civakî yên serhildanan nirxandin û behsa pêşengiya jin û ciwanan di serhildana "Jin Jiyan Azadî" de kirin.   Roza Metîna, li ser tundiya li dijî jinan, bêcezatiyê û polîtîkayên şerê taybet axivî; nirxandinên Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp jî tê de cih girtin.   Guler Yildiz, nivîsand ku pirsgirêkên xanî berdewam dikin û barê li ser jinan di salvegera sêyemîn a erdheja 6’ê Sibatê de zêde bûye.   Di hevpeyvînên bi Menu de Silva û Astrik Avetisyan re behsa berdewamiya têkoşîna jinan û hêza siyasî hat kirin.   Hûn dikarin li ser navnîşana newayajin.net xwe bigihînin hejmara 251’an a Rojnameya Newaya Jin.