Girtiyên li Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan berxwedana Rojava 2026-01-31 13:34:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Metleb Ahmediyan ku li girtîgehên rejîma Îranê tên girtin, piştgirî dan berxwedana Kobanê û gotin: “Tiştên îro li Kobanê û Rojava diqewimin, dubarebûna şîdeta li Kurdistanê ye.”   Sê girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Metleb Ahmediyan ku li girtîgehên rejîma Îranê tên girtin, bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê nameyek hevpar nivîsandin. Di nameyê de bang li hemû azadîxwaz û ciwanên Îranê hat kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana Rojava.   Di nameya ku ji aliyê kampanyaya ji bo azadiya Werîşe Muradî di 30’ê Çileyê de hat weşandin de ev tişt hat gotin: “Tiştên îro li Kobanê û Rojava tên jiyîn, nîşaneya dubarebûna dîmenên tundiyê ye ku ji dîrokê ve li Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistanê tê kirin. Zivrînekek ku sivîl tên hedefgirtin, dorpêç û zexta bi caran dubare bibe heye.”   Di nameyê de hat diyarkirin ku zexta li ser gelê Rojava, hewldaneke li dijî lawazkirina zembola berxwedana Kobanê û valaderxistina naveroka berxwedanê ye û wiha hat gotin: “Em weke girtiyên siyasî yên Kurd ku di bin esareta hêzên zextê yên Îranê de ne, ji cihgirtina di eniya şer de bêpar in lê belê ev bêparbûn wê berpirsyariya me ya wijdanî ji holê raneke.”   Di nameyê de ev tişt hat gotin: “Êdî dem hatiye ku gelên Kurdistanê, ciwanên Îranê û hemû azadîxwaz piştgiriyê bidin Rojava. Tiştên ku li Kobanê di sala 2014’an de qewimîn, ne tenê pevçûneke leşkerî bû, êrîşên gelek berfireh bûn û zêdeyî 815 kesên sivîl û berxwedêran jiyana xwe ji dest dan, ji zarokên 7 salî heta 70 salî jin, mêr di xetên parastinê de cih girtin, mal bi mal li ber xwe dan û ji bo Kobanê têkoşiyan. Gel li dijî hêzên tarî yên weke DAIŞ’ê berxwedanek bêhempa raber kir.   Îro jî hewldanên valakirina wateya berxwedanê didomin. Pêkanîna zextê li ser gelê Kurd, ji bo lawazkirina sembola berxwedana Kobanê ye. Ceribandina gelê vê erdnîgariyê nîşan dide ku niha gelê Kurd, ciwanên Rojhilatê Kurdistan, ciwanên Îranê û hemû azadîxwaz, ne bi dirûşman, bi piştgiriya rast, bi desteka mirovî û alîkariya vekirî bi gelê Rojava re bin. Bi vî awayî wateya berxwedanê wê were parastin.”