‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi êrîşan hedef tê girtin’ 2026-01-31 09:07:11   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Hevseroka FEDA’yê Huriye Kabayel da zanîn ku banga ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn perspektîfa çarseriyê ye û got êrîşên HTŞ’ê jî bi armanca sabotekiririna pêvajoyê ne.   Êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava didomin. Li dijî van êrîşan seferberî hat îlankirin û hêzên YPJ-HSD û gel têkoşîna xwe didomînin. Di rayagiştî ya siyasî ya navneteweyî de bêdengiyek heye û li her çar alî cîhanê gelê Kurd û dostên wan li dijî êrîşan dengê xwe bilind dikin. Hevseroka  Federasyona Demokratîk a Elewî (FEDA) Huriye Kabayel da zanîn ku pergala li Rojava hatiye avakirin ji bo dewletên otorîter û çeteyên cîhadîst wek xetere tê dîtin û got banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi êrîşan tê sabotekirin.   ‘Armanca êrîşan sabotekirine’   Huriye Kabayel destnîşan kir ku banga "Aştî û civaka demokratîk" ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, ne tenê bêdengkirina çekan, heman demê de fikra jiyaneke hevpar û civaka demokratîk, wekheviya gelan dike navenda xwe. Huriye Kabayel wiha dirêjî dayê: “Li Helebê ji aliyê HTŞ’ê ve hedefgirtin taxên Kurdan, êrîşa li ser Rojava, ne tesaduf û pevçûneke herêmiye. Ev raste rast sabotekirina pêvajoyê ye. Armanc aşkera ye. Modela li Rojava wek xetere tê dîtin. Ji ber vê jî cihên ku Kurd lê dijîn hedef tên girtin û dixwazin ji holê rabikin.”   ‘Banga Ocalan perspektîfeke ku hemû gelan dihewîne ye’   Huriye Kabayel  got di alî baweriya Elewiyan de ev êrîş rewşa teze ya ji Kerbaleyê heta îro hatiye û got: “Elewî zilm ji ku tê bila bê nasnameyê napirse. Êrîşa li dijî Kurdan, li dijî çanda jiyana bi hev re ye. Banga rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû Rojhilata Navîn perspektîfeke ku hemû gel û baweriyan dihewîne pêşkêş dike.  Li Rojava ev perspektîf hatiye şênberkirin.”   ‘Îradeya gel tê çewisandin’   Huriye Kabayel daxuyakirin ku êrîşên li ser Rojava ne tenê tehdîdek leşkeriye heman demê de êrîşeke îdeolojîk a li ser aştiyê ye û  wiha vegot: “Li aliyekî behsa aştiyê, civaka demokratîk û wekheviya gelan tê kirin di aliyê din jî qadên ku fikr ketiye pratîkê jî hedef tên girtin. Ev jî baweriya bi pêvajoyê tune dike. Li Rojava îradeya gel tê çewisandin dema wisa be behsa aştiyê kirin jî di wijdana Elewiyan de bersiva xwe nabîne. Pêvajoyê aştiyê tenê bi daxuyaniyên fermî nameşe, divê bi pratîkan wateya xwe bidest bixe. Li Tirkiyeyê nîqaşên aştiyê tên meşandin, li Rojava gel di bin êrîşan de ye. Ev jî baweriyê dihejîne.”   ‘Hedefgirtina jinan êrîşek îdeolojîk e’   Huriye Kabayel destnîşan kir ku baweriya Elewiyan di mijara aştiyê de xwedî helwestek zelale û wiha bi lêv kir: “Di Elewitiyê de îkrar esas e. Îkrar yekitiya gotin û çalakiyê ye. Yên zimanê wan dibêjin aştî û destê wan êrîşkare di riya maf de têk diçe. Her wiha hedefgirtina jinan a di şer de jî êrîşek îdeolojîk û ahlaqî ye. Em vê teşeyê jiyanê qebûl nakin. Di baweriya Elewiyan de jin can bixwe ye.  Tundiya li ser jinê raste rast li her maf tê dîtin.”   ‘Rojava ezmûna wijdana mirovahiyê ye’   Huriye Kabayel wiha berdewam kir: “Divê tu kes bêdeng nemîne. Divê rayagiştî bêdeng nemîne. Bêdengî hevkariya sûc e.  Divê rayagiştî ya cîhanê sûcên HTŞ’ê bibîne û mekanîzmayên parastina gel û jinên li Rojava bike dewrê. Rojava ezmûna wijdana mirovahiyê ye.”