'Çalakî wê bi ruhê seferberiyê bidomin 2026-01-30 15:41:21   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E û KCDK-E’yê diyar kir ku dorpêça çeteyan a li ser Rojava didome û got: “Heya statuya Rojava tê qebûlkirin, wê çalakiyên me bi ruhê seferberiyê bidomin.”   Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E û Kongreya Civakên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek nivîskî da û got, “Dorpêça dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê ya li ser Rojava didome. Seferberiya gelê Kurd û dostên wê lîstokên li hemberî Rojava têk birine.”   Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin, “Wê têkoşîna li dijî vê zihniyeta ku jinan qetil dike, êşkence li bedena wan dike û êrîşî zarok û kalan dike, bidome. Komkujî û gefa qirkirinê ya li ser Rojava û gelê Kurd, hîna bi dawî nebûye, xeterî dewam dike.   Heya statuya Rojava tê qebûlkirin, wê sekna me ya bi biryar a li qadan bidome. Weke TJK-E û KCDK-E em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku tevlî çalakiyan bibin, tevlî vê pêvajoya ku yekîtiya gelê Kurd xurt dike bibin. Heya statuya Rojava tê qebûlkirin, wê çalakiyên me bi ruhê seferberiyê bidomin.”