Li Rojava berxwedana gel didome 2026-01-30 00:15:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina tax û kolanên xwe şiyar e, tevgera li nava herêmê dişopînin, di nava seferberiyê de ye.   Şêniyên Rojavayê Kurdistanê avakirina tabûrên parastina taxan li hember xeteriya li dijî hebûnê dewam dikin, li kolanan bendên kontrolê danîne, bi ruhê berpirsiyariya kolektîv û hevgirtina civakî tev digerin.   Rêveberiya Xweser li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî, komên girêdayê Tirkiye û çeteyên DAIŞˊê seferberiya giştî ragihand û bang li şêniyan kir ku tev li "cena parastina rûmetê" bibin.   Ji 6ˊê Çileyê ve çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişên xwe li dijî herêmê ranewestandine. Gel di dijî vê xaka xwe diparêzin.