‘Çi dibe bila bibe em ê şoreşa Rojava biparêzin’ 2026-01-30 00:13:26   NAVENDA NÛÇEYAN- Enternasyonalîstên ku bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava didin, li seranserê cîhanê çalakiyan li dar dixin. Ciwanan destnîşankirin ku ew ê di her şert û mercê de Rojava ku sembola şoreşa jinê û xwişk-biratiya gelan e, biparêzin.   Êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava, li gelek deverên cîhanê ji aliyê Kurdistaniyan, her wiha enternasyonalîstan ve tên protestokirin. Komên enternasyonalîst ji Ewropayê heta Amerîkaya Başûr li gelek welatan çalakiyên piştevaniyê ji bo Rojava li dar dixin.   Lubeck   Li bajarê Lubeck ê Almanyayê, ciwan çalakiyan li dar dixin da ku bêtir bal bikişînin ser êrîşên li dijî Rojava û bi taybetî jî li ser rewşa mirovî ya li Kobanê. Ciwanan serlêdana ajansa nûçeyan a Alman NDR kirin, lê ajansê derî venekir û nîqaş red kir. Ciwanan bertek nîşanî bêdengiya çapemeniyê dan û wiha gotin: “Em ê bêdengiya çapemeniya Elman bişkînin! Em dixwazin ku bi awayekî berfireh li ser êrîşên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên ragihandin!" Piştre ciwanan serdana Zanîngeha Lubeckê kirin, belavok belav kirin û li ser rewşa dawî ya li Rojava bi xwendekaran re axivîn.   Nurnberg   Ciwanan li Nurembergê xwepêşandaneke spontan li dar xist. Mîtînga destpêkê li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat. Di axaftinê de wiha hat gotin: “Tirkiye berpirsiyarê komkujiya li dijî gelê Kurd û gelên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. Di rojên dawî de, 'hikûmeta demkî' ya Sûriyê, ku ji aliyê DYE û Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin, erîşê Rojava dike. Rojava hêviya me ye û sembola şoreşa jin û biratî û xwişkatiya gelan e. Rojava di bin xeteriyê de ye! Werin em Rojava biparêzin – dewleta Elman jî sucdar e.”   Tubingen   Ciwan li bajarê Tubingen ê Almanyayê li dijî "Cyber Valley" çalakiya boyaxê li dar xistin. Ciwanan bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava dan û wiha gotin: "Şoreşa jinan a li Rojava di bin xeteriyê de ye. Tirkiye di vî şerî de bi pir zêde keşîf bikartîne. Parçeya keşifên Tirk ji aliyê şîrketên Elman ve tên çêkirin û li Zanîngeha Tubingenê tên pêşxistin. 'Cyber Valley'a li ser zîrekiya çêkirî û dronan lêkolînan çêdike. Lazime em şoreşa jina a sosyalîst li Rojava biparêzin. Ev erkê me ye. Çi bibe bila bibe em ê Rojava biparêzin!”   Berlîn   Ciwanan li paytexta Berlîn a Almanyayê mitîngekî organîze kirin. Ciwanan diyar kirin ku DYA û hêzên emperyalîst hewl didin pergala demokratîk a li Rojava hilweşînin û wiha gotin: “Berxwedana civaka Kurd û şoreşa Rojava nîşan didin ku cîhaneke nû ya xwişk-biratiya gelan û azadiya jinan îro jî mimkun in – ferq nake hêzên emperyalîst ên wekî DYA an YE çiqasî hewl bidin wan birûxînin! Ji ber vê yekê em ê li vir jî, bi hêz û bawerî, berxwedana xwe bidomînin û li dijî emperyalîzmê, şer ragihînin! Em ilham digirin ji berxwedana bênavber a gelê Rojava û tevahiya Kurdistanê. Em têkoşîna xwe ji bo cîhaneke azad mil bi mil bi xwişk û birayên xwe re berdewam bikin!'   Maînz-Dortmund   Li bajarên Mainz û Dortmund ên Elmanyayê, alîgirên fûtbolê di maçên sereke yên fûtbolê de afişên piştgiriyê ji bo Rojava nîşan dan.   Lozan   Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, li Palais de Rumine, hêzên rojavayî li gorî berjewendiyên xwe yên emperyalîst, di Peymana Lozanê de, di sala 1923’an de, Kurdistan kirin 4 parçe. Ev peyman bû sedema sirgunkirin, zordestî, înkar û asîmîlasyona gelê Kurd û gelên din. Tam li heman cihî ciwanên Lozanê çalakiya afişan li dar xistin.   Zurîh   Ciwanan li Stasyona Trene a Zurîhê çalakiyî lidarxistin. Di daxuyanuya çalakiyê de wiha hate gotin: "Îro em careke din banga hevgirtina cîhanî dikin, ji bo parastina şoreş û rûmeta mirovahiyê. Em di serdemeke de ne, ku ne li gorî pêdiviyên mirovan, lê li gorî berjewendiyên dewlet û şirketan tê birêvebirin. Li hember hemû cureyên zext û êrîşan, divê hemû hêzên demokratîk hevgirtina xwe xurt bikin."   Toulouse   Li bajarê Toulouse ya Fransayê, ciwanan li zanîngehê standek danîn da ku li ser rewşa siyasî ya li Rojava nîqaş bikin û çalakiyên hefteya bê yên ji bo Rojava bidin nasîn.   Atîna   Ciwanan li paytexta Yewnanîstan Atinayê, ji bo piştgiriya Rojava mîtingekî û çalakiya afîşan li dar xistin. Komek jinan silavên xwe ji gelê Rojava re şandin. Jin wiha gotin: "Em jinên ji seranserê Yewnanistan, Balkan û Ewropayê ne. Em piştgiriya gelê Rojava dikin! Her ku hêzên Îslamîst û emperyalîst ji her alî ve dest bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, têkoşîna azadiyê ya Kurd wê careke din nîşan bide ku Rojava dê bibe gora faşîzmê. Em dizanin ku têkoşînên me yên azadiyê bi hev ve girêdayî ne û êrîşek li yekê êrîşek li ser me hemûyan e!”   Her wiha çalakiyên boyaxkirina bi sprey li Atîna û bajarên Freiburg û Thuringia yên Almanyayê pêk hatin. Rêxistina ciwanan a civata penaberan a li Atînayê got: “Em beşdarî banga cîhanî ya ji bo çalakiyên piştgirî yên ji bo Rojava dibin û me li navçeya Ambelokipi bi sprey û dirûşmên hevgirtinê çalakiya xwe pêk anî.”   Valencia   Li bajarê Valencia ya Spanyayê civîneke mezin hate lidarxistin da ku civakê derbarê şoreşa Rojava bê agahdarkirin. Mijara sereke ya civîn konfederalîzma demokratîk bû, lê di heman demê beşdaran li ser rewşa dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin. Piştî civînê, çalakiyên din ên hevgirtinê hatin amadekirin.   Polonya   Li Polonyayê du çalakî pêk hatin. Ciwanan xwepêşandanek organîze kir, di dawiya vê de beşdaran ji bo parastina Rojava stranan û dirûşmeyan gotin. Di çalakiyeke din de, ciwanan peyamên hevgirtinê şandin û wiha gotin: "Piştgirî ji bo Rojava û civaka Kurd! Em erîşan li ser civakan qabûl nakin. Rojava projeya civaka azad û demokratik e, ku tê de hemû netew bi hev du re jiyan dikin. Di heman demî Rojava şoreşa jinê ye. Tevî şer, zordestî û xiyaneta siyaseta navneteweyî Rojava li ser piyan e. Em banga çalakiyên hevgirtinê yên biçûk û mezin dikin! Bijî Berxwedana Rojava!"   Brezîlya   Li Brezîlyayê, vîdyoyeke seferberiyê hat belavkirin ku ji bo piştgiriya Rojava banga çalakiyan dike. Di vîdyoyê de wiha tê gotin: "Ev şoreş li ser esasê azadiya jin, ekolojî û demokrasiyê ava bûye, projeyeke ku ne kapîtalîzm û ne jî dewletên neteweyî yên herêmê qebûl dikin. Li ser bingeha xwişk-biratiya di navbera gelan de, em piştgiriya têkoşîna Rojava dikin û bang li gelên Abya Yala, bi taybetî yên Brezîlyayê, dikin ku hevgirtinê nîşan bidin. Di demên wiha de sûcê herî mezin bêdengî ye. Ji bo vê divê her kes bikeve tevgera da ku komkujiya li ser Kurdan were sekinandin. Şoreş berdewam dike, têkoşîna me berdewam dike, û bê guman, serkeftin dê ya me be.”