Li Bîelefeldê ji bo Rojava meş 2026-01-29 21:37:47   NAVENDA NÛÇEYAN-Bi banga TJK-E’yê re jin li Bîelefeldê hatin gel hev û tevî barîna berfê li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan û peyama piştevaniyê dan.   Li bajarê Bîelefeld a Almanyayê bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E)  li dijî êrîşên li ser Rojava meş pêk hat. Jinên Kurd û jinên Alman tevli çalakiyê bûn û tevî barîna berfê jî biryarbûna piştevaniyê derket pêş.    Çalakî bi sirûda ‘Ey Reqîb’ dest pê kir. Piştre jin bi meşê het aber avahiya şaredariyê ya Hauptbahnhof a Bîelefeldê meşiyan. Jinan seransreê meşê balkişandin ser berxwedana jinan a li Rojava û her wiha êrîşên li esr mafê jiyana jinan.   Balkişandin ser piştevaniya bi Rojava re   Jinan di çalakiyê de diyar kirin ku ew li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng namînin û wê li dora têkoşîna jinan piştevaniya xwe mezin bikin.