Hunermenda kurd a navdar Yelda Abbasî hat berdan 2026-01-29 18:53:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda Kurd a navdar Yelda Abbasî ya ji navçeya Şîrvanê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve li mala malbata xwe ya li Meşhedê hate girtin, hat berdan   Li gorî raporên hatine belavkirin, hunermenda Kurd a navdar Yelda Abbasî ya ji navçeya Şîrvanê ye û li Elmanyayê dijî, ji aliyê hêzên hikûmetê ve li mala malbata xwe ya li Meşhedê hat girtin, hat berdan.   Li gorî raporê, Yelda Abbasî ji ber çalakiyên xwe yên têkildarî tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" hatiye girtin û berê der barê wê de salek cezayê girtîgehê hatibû dayîn.   Hat diyarkirin ku zarokek yek sal û nîv ê Yelda Abbasî heye û li Elmanya dijî û ji bo betlaneyên Noelê bi hevjîn û zarokê xwe re hatibû serdana malbata xwe ya li Îranê.