YRJ: Divê kanalên tundiya li dijî jinan teşwîq dikin hesab bidin 2026-01-28 22:08:34   NAVENDA NÛÇEYAN - YRJ ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê provakasyon û gotinên kîndariyê yên gelek dezgehên ragihandina Erebî ya li dijî gelê Rojava, bi taybet tundiya li dijî jinan şermezar kir û banga hesabpirsînê kir.   Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî gotinên sorkirin û kîndariyê di gelek dezgehên ragihandinê yên Erebî de, bi taybetî kanalên Al Arabiya, Al Hadath û Al Jazeera de daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hate gotin:"Bi zêdebûna gotinên sorkirin û nefretê di gelek dezgehên ragihandinê yên Erebî de, bi taybetî kanalên Al Arabiya, Al Arabiya Al Hadath û Al Jazeera, û sextekirina sîstematîk a rastiyan û rewakirina giştî ya tundûtûjiyê, nemaze tundûtûjiya li dijî jinan, ku bûye perdeyek ji bo êrişên qirkirinê yên sîstematîk li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê li Rojava - û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Ragihandina Jin bi fikarek mezin û şermezarkirinek tund rola ku van kanalên Erebî di rewakirina binpêkirinên giran de dilîzin dişopîne. Ew kanal ekranên ragihandinê veguherandine amûrên rewakirina sûcan, belavkirina nakokiyên mezhebî û nijadperestî, nemaze binpêkirinên giran ên li dijî jinên Sûriyeyê bi giştî, li dijî jinên Kurd bi taybetî, ku bi eşkereyî etîka rojnamegeriyê û qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan bin pê dikin.   Naveroka ku bi rêya van kanalan tê pêşkêşkirin, nemaze bi rêya bernameyên wekî "El Itîcah El Mûakis" an jî "dualî" ku ji hêla rojnamevan Feysel Qasim ve li ser Al Jazeera tê pêşkêşkirin, ne di bin sîwana azadiya derbirînê, ramanê û nîqaşên medyayê de ye. Berevajî vê, ew rasterast teşwîqkirina cudakariya mezhebî, nijadperestî, li ser bingeha zayendî ye bi rêya karanîna danasînên biçûkxistin û nemirovane yên jinan ku tu têkiliya wan bi qanûnên navneteweyî yan jî bi etîk û pîşeya xebata rojnamegeriyê re tune ye.   Van platformên ragihandinê rasterast an nerasterast, pêkanîn û binpêkirinên cidî yên ku ji hêla endamên artêşa Sûriyeyê ve li dijî jinan bi giştî û şervanên jin ên Kurd bi taybetî hatine kirin, rewa kirine, di nav de avêtina şervanek jin ji avahiyê, birîna porê şervanekê, sûcê li dijî cenazeyan. Ev pêkanîn dikevin xana sûcên şer û binpêkirinên eşkere û cidî yên qanûna mirovî ya navneteweyî, bi tu hincetên siyasî yan medyayî nayên rewakirin an veşartin.Rewakirina van sûcan di ragihandinê de, kêmkirina giraniya wan an pêşkêşkirina wan di çarçoveyek provakasyonê de ku şîdeta li dijî jinan rewa dike, dibe beşdarî nerasterast a sûcê.”   Bang û daxwaz   Ji ber vê yekê, YRJ’ê ev daxwaz kirin:   “*Hesabpirsîna van kanalan ji aliyê qanûnî ve, ji ber ku ew platformên teşwîqkirina tundûtûjî û nefretê ne û di rewakirina sûc û binpêkirinên li dijî jinan hevkar in.   *Vexwendina ragihandina navneteweyî û dezgehên ragihandina mafê mirovan ku lêpirsînên serbixwe li ser naveroka sorkirinê ya ji hêla van kanalan ve hatî weşandin vekin û tedbîrên pêwîst li dijî wan bigirin.   *Rêvebiriya van kanal û pêşkêşvanên wan ji aliyê qanûnî û exlaqî ve ji bo her cure sorkirina tundûtûjiyê yan rewakirina sûcên li dijî jin û gelan bi tevahî berpirsiyar têne girtin.   *Rawestandina bernameyên ku gotinên mezhebî, nijadperest û cudakar li dijî jinan pêş dixin û hesabpirsîna ji kesên berpirsiyar ên wan.   *YRJˊê banga boykotkirina medyayî û pîşeyî ya van kanalan ji aliyê rojnamevan û saziyên medyaya azad ve dike, ji ber ku ew ne li gorî pîvanên herî bingehîn ên profesyonelîzm û etîka rojnamegeriyê ne.   *YRJˊê diyar dike ku bêdengmayîna li hember van gotinên sorkirinê tê wateya hevkarîyê, her wiha parastina azadiya ragihandinê nabe bibe perdeyek ji bo rewakirina sûcan an teşwîqkirina qetilkirina jinan û binpêkirina rûmeta wan.   *YRJ'ê pabendbûna xwe ji bo parastina rastiyê, rûmeta jinan û mafê gelan ji bo ragihandina pîşeyî û berpirsiyar nû dike û diyar dike ku jinên Kurd ên ku di rûbirûbûna terorê de fedakarî kirine, wê nebin armancên hemleyên reşkirin û sorkirinê û yên bikin jî wê bê hesab nemînin."