Bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' keziyên xwe hunandin 2026-01-28 15:23:42   COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê li Geverê, bi stran, tilîlî û dirûşman ve çalakiya kezî honandinê li dar xistin.   Li Rojava, li dijî birîna keziyên şervana YPJ’ê ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve, bertek didomin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê li dijî vê bertek nîşan dan û bi stran, tilîlî û dirûşman ve çalakiya kezî honandinê li dar xistin.     Dayikên Aştiyê ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Geverê civiyan, bi rengên kesk, sor û zer ve porên jinên ciwan honandin. Keziyên ku bi klaman ve hatin honandin, diyariyê şervanên YPJ’ê hatin kirin.    Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Rojava” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.