Ji jinên YPJ'ê peyama berxwedanê 2026-01-27 22:49:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên YPJ’ê ku ji bajarê Dêrik a Rojava bang kirin peyama berxwedanê dan û gotin: “Em ê destur nedin ku dijmin bikeve axa me.”   Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li dijî Rojava didomin û hêzên YPJ-YPG-HSD’ê û gel di esasa parastina cewherî de berxwedana xwe didomînin. Jinên YPJ’ê yên li bajarê Dêrik a Rojava, vîdeoyek parvekirin û peyama berxwedanê dan.   Şervanên jin wiha gotin: “Em wke Hêza Ewlehiya Hundir a Dêrike axa xwe, gelê xwe 24 saetan diparêzin. Em ê destur nedin dijmin bikeve axa me. Bijî berxwedana Rojava.”