Çetayan êrîşî Siwêdayê kirin 2026-01-26 21:12:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên HTŞ-DAÎŞ, bi çekên giran êrîşî gelek herêmên Siwêdayê kirin. Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi lez bersiva da êrîşan.   Çavkaniyek xwecihî ragihandin ku çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê bi awayekî dijwar taxên bajarê Siwêdayê topbaran kirin.   Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî daxuyand ku hêzan yekser bersiva jêderên êrişan da, bingehek hawanê û erebeyek doçka ya 23 mm li ser hatin rûxandin.   Hêzan destnîşan kir ku ew ê bi tundî bersivê bidin her binpêkirineke komên hikumetê û nehêlin ewlehî û selametiya şêniyan têk bibin.