Ji HSD’ê daxuyanî :HTŞ agirbestê binpê dike 2026-01-24 18:13:09   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê ragihand ku di êrişa droneke xwekuj a komên paramîlîter ên girêdayî HTŞ'ê ya li dijî gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxayê de 2 şervanên wan birîndar bûne û dronek jî hatiye xistin.   Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Dmeokratîk (HSD) ragihand ku di binpêkirineke nû ya agirbestê de, HTŞ bi droneke xwekujî êrişî gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxayê kiriye û di encamê de 2 şervan birîndar bûne.   Navendê diyar kir ku şervanên HSD'ê dronek jî li asîmanê herêmê xistiye xwarê.