Saziyên civakî yên Wanê: Divê yekitiya neteweyî pêk bê 2026-01-23 16:27:58   WAN - Saziyên civakî yên Wanê li hêwanekî civiyan, bal kişandin ser yekitiya neteweyî û ji bo Rojava banga têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê kirin.    Saziyên civakî yên li Wanê, ji bo êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava protesto bikin li navenda bajêr li hêwanekî civiyan. Di civînê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana QSD’ê” hatin berzkirin. Nûnerên saziyên civakî, rûspiyên civakê û Meclisa Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bû.      Di civînê de Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û ev tişt got: “Gelê Kurd û gelê Kurdistanê li dijî qetlîamên li Rojava li qada ne. Gelê Kurd her tim li dijî zilmê têkoşiyane. Têkoşîna gelê Kurd her tim ji cîhanê re bûye mînak. Banga me ji bo desthilatê ye; tavilê aştiyê pêk bînin û destên xwe ji Rojava bikşînin. Li aliyekî qala aştiyê dikin li aliyê din li Rojava qetliamê dikin, aştî wiha nabe. Rojava xeta me ya sor e nayê teslîmgirtin, emê tu carî rê nedin.”    Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar ev tişt got: “Em berxwedana Rojava dizanin. Ev çend roj in li wir qetliam pêk tên û dixwazin gel qir bikin. Divê em bi awayekî xurt bi gelê xwe yê Rojava re di nava piştevaniyê de bin. Îro ji bo Rojava roja yekitiya neteweyî ye.”    Dayika Aştiyê Ayten Salgur wiha axivî: “Çend roj in qetlîam pêk tê. Divê em li dijî êrişên li ser Rojava bibin yek, ne tenê bakur divê çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê zilmê dengê xwe derxin. Bila her kes bizanibe em ê li Rojava bi ser kevin.”   Civîna gel, bi axaftina nûnerên saziyên civakî ve bi dawî bû.