5 rojnameger serbest hatin berdan 2026-01-23 15:32:02   MÊRDÎN - 5 rojnamevanên ku di dema şopandina meşa ku li navçeya Nisêbînê ya li dijî êrîşên li ser Rojava de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyan hatin berdan.   Di 21'ê Çile de, di meşek li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya li dijî êrîşên li ser Rojava de, 36 kes, di nav de nûçegihana ajansa me Pelşîn Çetinkaya, nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Heval Onkol, Hevseroka Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) Kesira Onel û rojnamevan Ferhat Akinci û Muhammed Ali Yilmaz, di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin.    Duh piştî îfadeyên wan li emniyetê xilas bû birin Nisêbînê.   Piştî ku îfadeyên wan qediyan, 5 rojnamevan hatin berdan.