Şandeya Başûr: Serkeftina Rojava serkeftina her çar parçeyan e 2026-01-23 15:24:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Tevgera Nifşê Nû ku çû Rojava, serdana sazî, partî, birîndar û gel kir. Şandeyê li Qamişloyê daxuyaniyek da û got “Îro tevahî hêzan dît ku Kurd bûne yek. Em hemû bi dil û can bi hev re li kêleka şoreşa Rojava ne. Serkeftina Rojava serkeftina tevahî Kurdistanê ye.”   Şandeya Tevgera Nifşê Nû (Niwey Niwê) ku duh ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê derbasî Rojava bûbû, îro serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Şandeya Kurdî, Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê, birîndarên êrişên hovane yên çeteyên hikumeta demkî, şêniyên ku taxan diparêzin û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê kir.    Şande ji parlemanter Şivan Seyîd, Mehdî Xakî û Daryoş Elî pêk tê. Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif û serokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî yê PYD’ê Silêman Ereb bi şandeyê re geriyan.   Şandeyê piştî hevdîtina bi PYD’ê re li navenda PYD’ê ya bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Hevseroka PYD’ê Perwîn Yusif bixêrhatina şandeyê kir û got: “Gelê me yê li kolanan li ber xwe dide jî berxwedana gelê me ya parçeyên din dibîne û hêzê jê digire.”   Serokê şandeyê Şivan Seyîd li ser navê şandeyê û armanca hatina şandeyê daxuyanî da û wiha axivî: “Ev çend roj e êrişên tund li ser gelê me yê Rojava didomin. Ev ne şerekî çekdarî tenê ye, her wiha şerekî fikrî ye. Li her devera Kurdistanê û derveyî welat erkeke me ya mirovî, wijdanî ye ku em li cihê xwe piştgiriya berxwedana Rojava bikin. Gelê Rojava gelê me ye, ziman, çand, neteweya me yek e. Îro tevahî hêzan dît ku Kurd bûne yek. Em hemû bi dil û can bi hev re li kêleka şoreşa Rojava ne. Îro hemû şervan di vê sermayê de li çeperan in. Divê em li gel van şervanan bin. Serkeftina Rojava serkeftina tevahî Kurdistanê ye, şikestina Rojava şikestina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Erkeke li ser milê me tevahiyan, em destê xwe ji bo parastina çand, ax û Rojava bidin yek û xebatê bikin. Ji bo ku em wek hemû welatan ala serkeftinê bilind bikin. Îro serkeftina me di yekbûna me de ye.”   Piştî daxuyaniyê şandeyê serdana Şandeya Kurdî, Pakrewangeha Delîl Saruxan, birîndaran û gelê ku parastina taxên xwe dike, kir.   Şandeyê gera xwe bi serdanan Rêveberiya Xweser bi dawî kir û dê îro vegere Başûrê Kurdistanê.