Li Belçîkayê êrîşê çalakiyê kirin: 2 jê giran 6 kes birîndar bûn 2026-01-23 01:02:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî kesên ku êrîşa li hember Rojava protesto dikirin êrîş pêk hat. Di êrîşê de 2 jê giran 6 kes birîndar bûn.   Li bajarê Antwerp a Belçîkayê li dijî êrîşên çeteyan yên li ser Rojava çalakî pêk hat. Li dijî çalakiyê bi alavên birînê êrîş pêk hat. Di erîşê de 2 jê giran 6 kes birîndar bûn. 4 êrîşkar hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku xetereya jiyanê ya du kesên rewşa wan girane didome.